Trump: Em ê li Davosê li ser kontrolkirina Greenlandê biaxivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump, ji bo beşdarbûna di Korbenda Aborî ya Cîhanê de ber bi bajarê Davos ê Swîsreyê ve bi rê ket û beriya çûna xwe ragihand, ew ê ligel serkirdeyên Ewropayê mijara kontrolkirina girava Greenlandê ji aliyê Amerîkayê ve gotûbêj bike.

Donald Trump, beriya ku berê xwe bide Swîsreyê, di konferansekî rojnamevaniyê de destnîşan kir, korbenda îsal a Davosê dê gelekî "balkêş" be. Trump eşkere kir, yek ji rojevên wî yên sereke, siberoja girava Greenlandê û kontrolkirina wê ya ji aliyê Amerîkayê ve ye.

Serokê Amerîkayê bal kişand ser metirsiyên jeopolîtîk ên li ser Greenlandê û wiha got: "Ev 20 sal in Hevpeymaniya NATO, Danîmarkayê li ser gefên Rûsyayê yên li ser Greenlandê hişyar dike. Lê niha metirsî ne tenê Rûsya ye, gefên Çînê jî li ser giravê zêde bûne. Danîmarka heta niha tiştek nekiriye û nikare wê derê biparêze."

Trump her wiha rxne li îdiayên Danîmarkayê yên li ser giravê girt û got: "Beriya 500 salî çend beleman li Greenlandê lenger avêtine; ev nayê wê wateyê ku ew girav milkê we ye. Ewropî nikarin Greenlandê biparêzin, lewma divê em kontrol bikin."

Donald Trump ragihand, wî bi rawestandina heşt şeran, jiyana bi dehan mîlyon mirovî rizgar kiriye. Trump got: "Niha em li ser rawestandina şerê nehemîn kar dikin. Piştî van serkeftinan, niha bala me li ser Greenlandê ye û em ê vê mijarê li Davosê ligel serkirdeyên Ewropayê binirxînin."

Korbenda Davosê: Civîna 3 hezar serkirdeyan

Korbenda Aborî ya Cîhanê li bajarê Davosê birêve diçe û biryar e heta 23’ê vê mehê berdewam bike. Di civînên îsal de, zêdetirî 3 hezar serok, berpirsên pilebilind ên welatan û rêveberên kompanyayên herî mezin ên cîhanê beşdar dibin.