Asayîşa Hewlêrê haydariyekê dide medyayê û welatiyan

Logoya Birêvebiriya Asayîşa Hewlêrê
Logoya Birêvebiriya Asayîşa Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêvebiriya Asayîşa Hewlêrê di ragihandineke fermî de bang li hemî kanalên medyayê û welatiyan kir ku, ji bo parastina ewlehiya giştî û rêkxistina karên tîmên ewlehiyê, di dema bûyeran de pabendî rênimayan bin û xwe ji kişandina wêneyan û weşandina zanyarên nefermî dûr bikin.

Birêvebiriya Asayîşa Hewlêrê îro (Pêncşem, 5ê Adara 2026ê) haydariyek weşand û tê de tekez li ser wê yekê kir ku, da ku tîmên taybetmend bikarin bi rengekî birêkûpêk karên xwe li cihê bûyeran bikin, divê kanalên medyayê bi berpirsiyarî tevbigerin. Hêzên ewlehiyê ji medyayê dixwazin ku, heta ku destûra fermî ji bo weşandina zanyaran neyê dayîn, xwe ji romalkirina cihê bûyeran biparêzin.

Di pareke din a wê haydariyê de, Asayîşa Hewlêrê ji welatiyan dixwaze ku ji bo parastina ewlehiya neteweyî, vîdyo û wêneyên cihê bûyeran tomar nekin û neweşînin. Asayîşa Hewlêrê herwesa spasiya welatiyan kir ku ji ber hevkariya wan a berdewam di dayîna zanyaran ji bo hêzên ewlehiyê de.

Rênimayên bi vî rengî ji hêla dezgehên ewlehiyê ve tên derxistin, da ku ewlehiya welatiyan biparêzin û rêyê li şêwandina cihê bûyeran bigirin. Belavkirina wêne û vîdyoyên nefermî li ser medyaya civakî pir caran dibe sedema çêkirina tirsê û dibe ku bandorê li ser rêya vekolana ewlehiyê jî bike.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.