Mesrûr Barzanî: PDK xwediya hemî Kurdistanê ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 2ê Mijdara 2025ê) di nav ahenga bangeşeyê ya lîsta 275ê ya PDKê de li Şeqlawayê got: “Dîroka PDKê eşkere ye, çiyayê Sefînî şahidê dastanên PDKê ye. Eger Kurdistan li pişta me be, em dê herdem daxwaza mafên gelê Kurdistanê bikin û tu hêzek nikare me biçemîne.”
Cîgirê Serokê PDKê amaje jî da: “Ev bajar bajarê pêkvejiyanê ye, baweriyên olî yên cuda cuda lê hene. Em serbilind in ku Kurdistan welatê pêkvejiyanê ye. Em bi rêzgirtina li hemî ol û neteweyan serbilind in, heq e hûn jî bi wî rewiştê xwe serbilind bin.”
Mesrûr Barzanî eşkere jî kir: “Gelek girîng e ku em tevlî vê gera hilbijartinan bibin. PDKê li ser asta Kurdistanê tu hevrik nemane. Divê em vê carê biçin Bexdayê hevrikiyên bikin. Aliyên dijmin herdem bizav kiriye ku PDKê rawestînin, bizav kiriye ku PDK serkeftî nebe û negihe armancên xwe.”
Ron jî kir: “Wan li vê derê her tiştê ku ji destê wan hat kir, lê wan nekarî me rawestînin. Piştre wan penaya xwe bir ber Bexdayê, penaya xwe bib ber çêkirina hevpeymaniyan bi wan aliyan re yên ku hîn jî fikra şovenîzmê di hişê wan de maye, da ku PDKê bişkînin û amade bûn ku Kurdistanê bişkînin. Vê carê jî divê em biçin û pêşiyê li wan bigirin û nehêlin ku tu hêzek li tu cihekê vî welatî bibe asteng û rêyê li serkeftina PDKê bigire.”
Amaje jî da: “Li ser asta navxweyî, gelek aliyan hesûdî bi PDKê biriye, gelek nizav kiriye ku çav li PDKê bikin, lê wan nekariye. Wan xwest PDKê bişkînin ji ber ku ew li wê bawerê bûn ku serkeftina PDKê dê bibe sedema nemana wan. PDKê qet xwe re kar nekiriye. Armanc PDK nebû, lê armanc gelê Kurdistanê û axa Kurdistanê ye. PDK herdem amade bûye ku xwe gorî biserxistina Kurdistanê bike.”
Herwesa got: "PDKê bi kiryar nîşanî gelê Kurdistanê da ku dikare çi bike, lê aliyên din ji bilî gotinan ji bo gelê Kurdistanê tu destkeftiyek nebûye. Ger ew carekê bi destkeftiyekî serbilind bin, ew li bin siya alaya PDKê tevlî wê destkeftiyê bûne."
Herwesa ragihand: “Ez neçar im ku hin ronkirinan bidim. Gelek axaftin û bêbextî li dijî me tên kirin, qaşo PDK li ser asta Kurdistanê ferq û cudahiyê dike, lê PDK xwe wekî xwediya hemî Kurdistanê dibîne. Buhost buhosta axa Kurdistanê axa PDKê ye, lewma PDK xwe wekî biyanî nabîne. Bila tu kesek nefikire ku ew xwediyê pareka Kurdistanê ye û PDK biyanî ye. PDK xwediya hemî Kurdistanê ye.”
