Wezîrê Berevaniya Brîtanyayê: Beşdariya me ya di êrîşên ser Îranê de ne dûr e

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevaniya Brîtanyayê ragihand, welatê wî dibe ku beşdarî êrîşên serbazî yên li ser Îranê bibe. Herwiha tekez kir, hemû rêkarên wan di çarçoveya yasayên navdewletî de ne û bi armanca xweparastinê ne.

Wezîrê Berevaniya Brîtanyayê John Healey îro 6ê Adarê di daxuyaniyekê de diyar kir, ew gavên ku niha li dijî Tehranê tên avêtin, mîna rêkarên xweparastinê ne. Healey got: "Ev rêkar yasayî ne û em bi hevahengiyeke hûr ligel hevalbendên xwe wan cîbicî dikin."

Derbarê egera beşdariya rasterast a hêzên Brîtanî di êrîşên asmanî de, John Healey ragihand: "Ez dûr nabînim ku em beşdarî êrîşên ser Îranê bibin." 

Ev daxuyaniyên wezîrê Brîtanî di demekê de ne, berê Tehranê hişyariyeke tund dabû civaka navdewletî. Îranê ragihandibû ku her welatekî bi her şêweyî alîkarî an beşdariya êrîşên li ser axa wan bike, dê rasterast wekî "aliyê şer" were hejmartin û bibe armanca artêşa Îranê.

Heta niha Brîtanyayê tenê destûr dabû Amerîkayê ku bingehên wê bikar bîne, lê daxuyaniya nû ya John Healey deriyê beşdariya rasterast a artêşa Brîtanyayê di êrîşan de vedike.