Trump: Êrîş û bombebaranên me yên tund ên li ser Îranê dê berdewam bin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, welatê wî di rabirdûyê de li Iraqê xeletî kirine. Trump herwiha tekez kir ku bombebarana wan a li ser Îranê dê bi tundî berdewam bike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 6ê Adarê di hevpeyvînekê ligel kanala NBC ya Amerîkî de, nêrîna xwe ya derbarê qonaxa bê ya Îranê û rewşa şer eşkere kir. Trump diyar kir, ew dixwaze kesekî "xwedî şiyan û jêhatî" serokatiya Îranê bike û got: "Hin kes hene ku ez bawer dikim dikarin li Îranê karên baş bikin."
Derbarê nîgeraniyên hinek pisporên stratejîk ên li ser kêmbûna çek û mûşekan, Trump got: "Bireke me ya zêde ya çek û teqemeniyan li seranserê cîhanê heye ku me li komgehan amade kirine. Em xwedî çekên wisa ne ku xelk pê nehesiyane; ev yek rê dide me ku em heftiyên din bêyî ti pirsgirêkan li operasyonan berdewam bin."
Serokê Amerîkayê careke din bal kişand ser mijara "sê namzedên baş" ên ji bo serokatiya Îranê (ku berê ji bo New York Timesê jî behs kiribû). Trump amadebaşiya xwe nîşan da ku eger serokatiya nû bibe "hevalbendekî rastîn", ew ê sîzayên li ser Tehranê rake.
Trump a li ser Iraqê got ku Amerîkayê di rabirdûyê de li Iraqê "şaşî" kirine. Trump diyar kir ku hîn ne dereng e ji bo karkirina bi serokatiya nû ya Îranê re. Her wiha wî deriyê danûstandinê li rûyê hinek berpirsên niha yên Îranê jî negirt û destnîşan kir ku di nava wan de kesên jêhatî hene.