Li taxa Eşrefiyê ya Helebê avahiyek herifî: Hin kes di bin kavilan de mane
Navenda Nûçeyan (K24) – Li taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê avahiyeke 5 qatî herifî. Li gorî agahiyên destpêkê, sê malbat di bin kavilên avahiyê de asê mane û tîmên rizgarkirinê di çalakiyê de ne.
Li taxa Eşrefiyê ya Kurdnişîn a bajarê Helebê, îro 6ê Adarê avahiyeke 5 qatî herifî. Li gorî agahiyên ku ji aliyê Berevaniya Sivîl ve hatine parvekirin, metirsiya hebûna gelek kesan di bin kavilan de heye.
Li gorî zanyariyan, herî kêm sê malbat di dema herifînê de di nav avahiyê de bûn û niha di bin kavilan de asê mane.
Piştî bûyerê, tîmên rizgarkirinê bi hemû amûr û makîneyên giran gihiştin cihê bûyerê. Heya niha xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi awayekî bilez berdewam dikin, da ku kesên asêmayî werin derxistin.
Heta vê kêliyê derbarê sedema herifîna avahiyê û hejmara tam a qurbaniyan de daxuyaniyeke fermî nehatiye belavkirin. Taxa Eşrefiyê yek ji taxên qerebalix ên Helebê ye ku piraniya niştecihên wê Kurd in.