Supaya Pasdaran: Çekên me yên nû hîn nehatine bikaranîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Supaya Pasdaran ragihand, Îran xwedî cebilxaneyeke berfireh û çekên nûjen e ku heta niha di şer de bikar neanîne. Di heman demê de, Wezîrê Derve yê Îranê hişyarî da ku her kesê bixwaze şer dirêj bike, dê bikeve nav "zongavê".
Berdevkê Supaya Pasdaran a Îranê Elî Mihemed Nayînî îro 6ê Adarê daxuyaniyên tund li ser şiyana leşkerî ya welatê xwe dan. Nayînî diyar kir ku "dahênan û çekên nû yên Îranê di rê de ne". Herwiha tekez kir, hîn cebilxaneyeke pir mezin a amadekirî di destê wan de heye ku heta niha di êrîşan de nehatiye bikaranîn.
Nayînî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em ji bo şerekî demdirêj amade ne, heta wê dema ku em êrîşkaran siza bidin. Divê dijmin di her qonaxeke operasyonên me de li benda gurzên biêş be." Herwiha bal kişand ser wê yekê ku heta niha Îranê hemû teknolojiya xwe ya leşkerî nîşan nedaye.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî li ser hesabê xwe yê "X" hişyariyeke tund da û nivîsand: "Hêzên çekdar ên Komara Îslamî demeke dirêj e xwe ji bo şer amade kirine. Her kesê ku merama wî dirêjkirina şer be, dê xwe bixe nav zongavê (çiravê)."
Araqçî her wiha Amerîka bi "rijandina xwînê" tohmetbar kir û eşkere kir ku Îranê du caran ligel Amerîkayê danûstandin kirine, lê her du caran jî Washingtonê di dema gotûbêjan de êrîşî Tehranê kiriye.
Ev daxuyanî piştî wê yekê tên ku sê gerên danûstandinên navbera Amerîka û Îranê yên li Oman û Swîsreyê bê encam man. Tevî ku biryar bû gera çarem a danûstandinan li Viyanayê birêve biçe, Amerîka û Îsraîlê di 28ê Sibata 2026an de êrîşeke hevbeş birin ser axa Îranê.
Di encama wê operasyona asmanî de, hejmarek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin, ku di nav wan de Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî jî hebû.