Mesrûr Barzanî: Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê seranserî be
Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî got: “Nehêlan û rêgirtina li pêkanîna hikûmetê bi tu awayekî destkeftiyek nîne, lê rastî ew e ku PDKê tekez kiriye ku divê hikûmet hikûmeteka seranserî be.” Herwesa got: “Desthilatdarî bi diz, gendel û mafyayan nayê kirin.”
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 2ê Mijdara 2025ê) di nav ahenga bangeşeyê ya lîsta 275ê ya PDKê de li Şeqlawayê got: Pirsyar tê kirin ku çima heta niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê kabîneya dehê pêk neaniye, ew bi xwe dibêjin ku wan nehiştiye hikûmet bê pêkanîn.”
Mesrûr Barzanî tekez jî kir: “Nehêlan û rêgirtina li pêkanîna hikûmetê bi tu awayekî destkeftiyek nîne, lê rastî ew e ku PDKê israr kiriye ku divê hikûmet hikûmeteka seranserî be. Yek hikûmet, yek Kurdistan, yek leşker, ev jî emrê cenabê Serokî ye, ku siyaseta PDKê ye. PDK bi tu awayekî amade nîne rêyê bide ku pêkanîna hikûmetê ji bo berjewendiyên şexsî bê bikaranîn, pile û post ji bo pêkanîna hikûmetê bibin pîver.”
Herwesa got: “Ew cihên ku PDK lê serdest bûye ji wan cihên ku PDK lê serdest nebûye pir cuda ne, xasma jî ji aliyê avedankirinê ve, ji ber ku wan rê li ber PDKê girtiye ku ew avedaniya ku li vê derê dest pê kiriye û xizmetên ku li vê derê pêşkêş kirine pêşkêşî hemî cihên Kurdistanê bike.”
Eşkere jî kir: “Yên ku dibêjin me rê li ber pêkanîna hikûmetê girt, ew bûn ku ji bo berjewendiyên xwe post xwestine û nehêla hikûmet bê pêkanîn. Heta niha bêhna PDKê dirêj bûye ji ber ku berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê li ber çavên wê bûne. Her gava ku PDK hîs bike ku pêkanîna hikûmetê di berjewendiya gelê Kurdistanê de ye, ew dikare hikûmetê pêk bîne.”
Tekez jî kir: "Em hikûmetê dixwazin ji bo xizmeta welatiyan, em hikûmetê dixwazin ji bo ku em xizmeta welatiyan bikin, me hikûmet ji bo pile û postan nexwestiye. Me qet nexwestiye ku em berjewendiyên gelê Kurdistanê gorî berjewendiyên şexsî û partî.”
Amaje jî da: “Azadî ew e ku mirov ji bo mafên neteweyekê xebatê bike, azadî ew e ku mirov ji bo azadiya axê xebatê bike, azadî ne ew e ku mirov bi top û tankan biçe ser hotelekê an jî biçe ser partiyeka opozisyon.”
Tekez jî kir: “Desthilatdarî bi xelkê din nayê kirin, belkî tenê bi PDKê tê kirin. PDK dilsoza rastîn a vî gelî ye, ji ber vê yekê bila tu partiyeka din nefikire ku bigihîje asta PDKê ji ber ku ew nikarin. Ew kesê ku amade bû axê bifroşe, çawa dê niha dilsozê axa xwe be, nikare. Tenê ew kes dilsozê Kurdistanê ye yê ku amade ye xwe gorî wê bike, ew jî tenê cemawer û Pêşmergeyên rêbaza pîroz a Barzanî ne.”
