Mesrûr Barzanî bo K24ê: Em li her cihekî piştevanên werzişê ne
Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî ragihand: “Em li her cihekî piştgiriyê didin werzîşê.” Herwesa got: “Ez hêvîdar im ku hemî Kurdistan dengê xwe bide PDKê.”
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 2ê Mijdara 2025ê) li Şeqlawayê di nav ahenga bangeşeya lîsta 275ê ya PDKê de gotarek pêşkêş kir û paştir taybet ji Kurdistan24ê re axivî.
Mesrûr Barzanî ji peyamnêrê Kurdistan24ê Hoşmend Sadiq re ragihand: "Em li her cihekî piştgiriyê didin werzîşê, hemî yaneyên ku bi awayekê profesyonelî dilîzin û pêdivîtiya wan bi alîkariyê hebe, em dê li gorî pêdivîtiyê alîkariya wan bikin.”
Mesrûr Barzanî, di bersiva pirsyara Kurdistan24ê de ka gelo ew dê yek milyon dengan bi dest bixin, got: “Ez hêvîdar im ku em gelek ji wê zêdetir jî bînin û hemî Kurdistan dengê xwe bide PDKê.”
Her îro, piştî ku Yaneya Newrozê ya Werzişî di çend mehên borî de hevrûşî rewşeka dijwar a darayî bû, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya nivîsgeha xwe 450 milyon dînara pêşkêşî wê kirin.
Ev alîkarî û piştgiriya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo piştevaniya werziş û werzişvanên Herêma Kurdistanê ye, da ku ew bikarin bi astekê bilind nûnerîtiya Herêma Kurdistanê bikin.
Yaneya Newrozê ya Werzişî, ku di Lîga Stêrên Iraqê de nûnera Silêmaniyê ye, di dema borî de hevrûşî gelek pirsgirêk û rewşên xirab bûye ku bandoreka rasterast li ser ast û çarenibîsa wê kiriye.
Yek ji mezintirîn pirsgirêkên Yaneya Newrozê krîzeka darayî ya mezin û demdirêj e. Wê yaneyê gelek mehan eikariye mûçeyên lîstikvan û desteya teknîkî dabîn bike, ku hin caran gihîştiye 50 rojan an jî du mehan.
Ev rewş bû sedem ku serokê desteya alîgirên yaneyê bi çavên tijî rondik daxwaza alîkariyê bike, ev yek jî bû sedema peydabûna bertekan û kesatiyên siyasî, hunermend û bazirganan kampanyayeka komkirina pereyan jê re da destpêkirin.
