Şandeya DEM Partiyê li Îmraliyê 5 saetan bi Ocalan re civiya
                        Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeya DEM Partiyê serdana Îmraliyê kir û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtineke 5 saetan pêk anî. Di civînê de, encamên hevdîtina bi Erdogan re û gavên yasayî yên ji bo pêvajoya aştiyê hatin nirxandin.
Şandeya DEM Partiyê Îro 3ê Mijdarê ji bo cara dehemîn çû girava Îmraliyê û bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re civiya.
Li gorî agahiyên hatine belavkirin, hevdîtin 5 saetan dewam kir. Tê payîn ku şande sibe derbarê naveroka civînê de daxuyaniyekê bide raya giştî.
Ev hevdîtin, çend roj piştî civîna heman şandeyê ya bi Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan re pêk tê. Medyaya nêzîkî DEM Partiyê ragihand, şandeyê kurteya hevdîtina bi Erdogan re ji Ocalan re veguhastiye.
Herwiha hate ragihandin, herdu aliyan li ser çarçoveya yasayî ya pêvajoyê sekinîne. Mijarên wekî "Di qonaxa bê de ji bo pêşveçûna pêvajoya aştiyê divê kîjan reformên yasayî bên kirin?" hatine gotûbêjkirin.
Di heman demê de, şandeyê û Ocalan li ser egera serdana komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo Îmraliyê jî axivîne.
