Bazarên Dihokê bi berhemên xwemalî xemilîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo piştgirîkirina berhemên cotkaran û parastina bazara navxweyî, anîna hin berhemên çandiniyê yên wekî hinar, tirî û sêvan heta 15’ê meha bê qedexe kir. Ev biryara Wezareta Çandiniyê bûye sedem ku bazar bi berhemên xwemalî tijî bibin û cotkar jê sûdeke mezin werbigirin.

Bazar û kolanên sereke yên parêzgeha Dihokê bi berhemên çandiniyê yên xwemalî tijî bûne û daxwazeke mezin li ser berhemên cotkarên herêmê heye. Sedema vê daxwazê jî bi kalîteya bilind, tama xweş û nirxê guncaw ê berheman ve tê girêdan.

CotkarYûsif Nêrweyî ji K24'ê re ragihand: "Dema ku berhemên me digihîjin, Hikûmeta Herêmê anîna berheman qedexe dike, da ku berhemên me li navxwe bi nirxekî baş bên firotin û di berjewendiya me de be. Ji ber ku berhemên me yên navxweyî gelek baştir in. Niha jî demsala gihîştina hinar, sêv û tirî ye û li bazaran daxwazeke mezin li ser heye û baş tê firotin."

Ji aliyê xwe ve, firoşkar Ebdulqadir dibêje: "Berhemên me xwemalî ne, hîle û xapandin tê de nîne û gelek bi tam in. Niha demsala berhemên navxweyî ye. Ev pêşketin jî bi saya piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye."

Cîgirê Rêveberê Giştî yê Çandiniyê yê Parêzgeha Dihokê Muslih Mihemed da zanîn, anîna berhemên payîzê yên wekî petate, tirî û hinar heta 15'ê mehê hatiye qedexekirin da ku cotkar karibin berhemên xwe li bazaran bifiroşin.

Mihemed herwiha eşkere kir, ev biryar beşek ji siyaseteke giştî ye û got: "Hin berhemên navxweyî li seranserê salê ji pêdiviya navxweyî zêdetir in, ji ber vê yekê anîna wan bi berdewamî qedexe ye, wekî petate, sebze, hêk û goştê mirîşkê. Ew berhemên ku bazara me pêwîstiya xwe pê hebe û berhema navxweyî têra wê neke, di demên cuda de rê li ber anîna wan tê vekirin."

 
Fly Erbil Advertisment