Komîsyon sibe bi rojeva 'serdana Îmraliyê' dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Hevgirtina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê ya ku di çarçoveya pêvajoya aştiyê de li Meclisa Tirkiyeyê (TBMM) hatiye avakirin, nêzîkî dawiya karên xwe dibe. Piştî rexneyên li ser hêdîbûna pêvajoyê, di rojên dawî de trafîka siyasî lez ketiye û tê payîn ku komîsyon vê hefteyê biryara xwe ya derbarê çûna Îmraliyê û hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bide. Herwiha, serbestberdana Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî wek rojeveke sereke derketiye pêş.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Meclisê, komîsyon dê roja Pêncşemê, 6'ê Mijdara 2025'an, di bin serokatiya Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş de bicive. Tê gotin ku di civînê de, mijara çûna Îmraliyê ji bo guhdarkirina Ocalan dikare bikeve dengdanê.

Li gorî çavkaniyên DEM Partiyê, eger di navbera partiyên siyasî de lihevkirinek çêbibe, eger heye ku şandeya komîsyonê heta dawiya hefteyê, "bo nimûne roja Yekşemê, 9'ê Mijdarê biçe Îmraliyê."

Komîsyonê ku di 5'ê Tebaxê de dest bi kar kiribû, heta niha guhdariya gelek aliyan kiriye û di civîna xwe ya dawî de guh li Wezîrê Derve Hakan Fîdan û Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç kiribû. Niha du mijarên herî girîng di rojeva komîsyonê de mane: Rapora Serokê MÎT'ê Îbrahîm Kalin a derbarê vekişîn û devjêberdana çekan a PKK'ê, û pirsa guhdarkirina Ocalan.

Bahçelî: "Bila şandeyek biçe Îmraliyê, MHP amade ye"

Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî jî di civîna koma partiya xwe ya 4'ê Mijdarê de piştgiriyeke surprîz da serdana Îmraliyê û got, "Hilbijartina şandeyekê ji parlamenterên ku di komîsyonê de hatine avakirin û çûna wan a Îmraliyê, ji bo ku peyamên pêwîst ji devê yekem werbigirin, dê pêvajoyê gelek xurttir bike. MHP amade ye ku beşdarî şandeyeke wiha bibe."

Biryara çûna Îmraliyê bi rêjeya sê ji pêncan a endamên komîsyonê (31 ji 51 endaman) dikare bê girtin û li gorî DEM Partiyê, tê payîn ku di bidestxistina vê piraniyê de pirsgirêk dernekeve.

Berdana Demîrtaş wek "kaxeza turnusolê" tê dîtin

Mijara duyemîn a girîng a pêvajoyê, berdana Selahattîn Demîrtaş e. Li gor DEM Partî û MHP'ê, ku bawer dikin divê pêngavên zêdekirina baweriyê bên avêtin, mijara berdana Demîrtaş wek "kaxeza turnusolê" tê dîtin.

Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ji bo berdana Demîrtaş, piştî redkirina îtiraza Tirkiyeyê, misoger bûye. Li ser vê mijarê jî, Bahçelî daxuyaniyeke balkêş da û got, "Rêyên hiqûqî gihîştine encamê. Berdana wî dê ji bo Tirkiyeyê bibe xêr."

Di vê navberê de, hat ragihandin ku Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û parlamenter Cengîz Çîçek dê sibe serdana Demîrtaş a li Girtîgeha Edîrneyê bikin û piştî hevdîtinê daxuyaniyekê bidin.

 
Fly Erbil Advertisment