Piştî navbereke 50 salî: Şampiyoniya Golfê ya Iraqê li Hewlêrê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî navbereke 50 salî, 50emîn Şampiyoniya Vekirî ya Golfê ya Iraqê duh 4ê Mijdarê li Yarîgeha Navdewletî ya "Erbil Hills" a li Hewlêrê dest pê kir. 

Di şampiyoniya ku li Hewlêrê tê lidarxistin de, 36 lîstikvanên jin û mêr ji zêdetirî 10 yaneyên werzişê û beşdarên serbixwe di kategoriyên jin, mêr, ciwan û zarokan de beşdar dibin. 

Yaneyên beşdar wek Mîsaq, Ane, Huseyn, Taff û Bîladî ne, herwiha hejmarek lîstikvanên Iraqî yên ku li derveyî welat dijîn jî amade ne.

Şampiyonî li ser 18 kunan û li gorî pîvanên navdewletî, bi organîzasyona şîrketa IMG ku di vî warî de pêşeng e, tê lidarxistin.

Yekîtiya Golfê ya Iraqê spasiya hemû aliyên hikûmî kir ku kar asan kirine, herwiha spasiya yaneya Erbil Hills jî kir ji bo hemahengiyê û ji bo vejandina lîstikê bi avakirina "vê nîşaneya ciwan û taybet li parêzgeha Hewlêrê."

Dîroka werzişa golfê li Iraqê vedigere sala 1921'an û heta sala 1976'an bi awayekî berdewam dom kiribû, lê piştre rawestiyabû.

 

 
 
 
Fly Erbil Advertisment