Li Waşintonê serpêhatiya pêkvejiyana olî li Herêma Kurdistanê hate nîqaşkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Waşîntona paytexta Amerîkayê, serpêhatiya pêkvejiyan li Herêma Kurdistanê di semînarekê de li Zanîngeha Amerîkayî-Kurdistan li Dihokê hate gotûbêjkirin, ku ji aliyê Destpêşxeriya Cîhanî ya Kurdan bo Aşitiyê di wê zanîngehê de hatibû rêkxistin. 

Du berpirsyarên berê yên Wezareta Derve ya Amerîkayê behsa rewşa pirolî û pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê dikin. Tiştê ku wan di serdanên xwe yên Herêma Kurdistanê de dîtiye ji bo kesên amadebûyî vedigerin, ji jiyana hevpar a pêkhateyan heta rûyê vekirî yê xelkî ji bo baweriyên cuda cuda.

Berpirsa berê ya Azadiya Olî li Wezareta Derve ya Amerîkayê Nadîne Meîzne di vî warî de got: "Waşînton baş agahdarî dîroka dirêj a pêkvejiyana olî ya li Herêma Kurdistanê ye. Ev yek ji wan taybetmendiyan e ku herêm pê tê nasîn. Ez gelek ji nimûneya Barzanê hez dikim; li wê derê kenîseyeke Cihûyan, mizgeftek û dêrek hene, ku hemî avahiyên kevn in û bo wê yekê hatine çêkirin ku bi rex yekdu ve bin."

Berpirsê berê yê Wezareta Derve ya Amerîkayê Noks Tomas jî got: "Kurd rûbirûyî jenosîdê bûne. Ji ber wê yekê, ew ligel êş û nexweşiyên xelkê dî gelek hevsoz in, ku ji ber ol an nasnameya xwe ya neteweyî hatine armanckirin, û ji wan serpêhatiyan ders wergirtine. Hîviya min ew e ku projeya Kurdî bikare hemî van rehendên cihêreng bi cih bîne."

Destpêşxeriya Cîhanî ya Kurdan bo Aşitiyê li Zanîngeha Amerîkayî ev semînar rêk xistiye. Armanc ew e ku rewşa piralî ya olî û pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê bo xelkê biyanî zêdetir bê ronkirin.

Rêvebera Destpêşxeriya Cîhanî ya Kurdan bo Aşitiyê li Zanîngeha Amerîkayî-Kurdistan li Dihokê Yerîvan Seîd jî got: "Me ev event li ser pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê û Rojhilata Navîn rêk xist, bi taybetî bo olên cihêreng. Li Amerîka û Rojava têgihiştinek heye ku Kiristiyan û kêmneteweyan Rojhilata Navîn hêlaye, lê me behsa wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê cihêrengtir e."

Di nav amadebûyan de, hinek van mijaran bi serpêhatiya jiyana xwe ve girê didin. Xwendekarê Zanîngeha Amerîkayî Cof Saya li Dihokê jiyaye. Tiştê bala wî kişandiye awayê serederiya xelkî ligel yekdu û amadehiya wan bo danûstandinên li ser bîr û baweriyên cihêreng e.

Xwendekarê Zanîngeha Amerîkayî-Kurdistan li Dihokê Cof Saya got: "Ez bo dema du salan li Dihokê jiyam û min li kafeyekê kar dikir. Yek ji wan tiştên ku li Kurdistanê gelek bala min kişand ew dilovanî ye ya ku li wê derê heye, herwesa rûyê vekirî yê xelkî bo danûstandinên li ser bîr û baweriyên olî yên cihêreng e. Min di nav bajaran de Misulman, Kiristiyan û Êzidî dîtin ku pêkve dijiyan û pêkve kar dikirin."

Pêkvejiyan taybetmendiyeke Herêma Kurdistanê ye, ku li derve û navxwe pê tê nasîn. mijarek e ku gelê Kurdistanê pêkve pê serbilind e.