Berdevka DEM Partiyê: Divê Ocalan bê guhdarkirin û Demîrtaş bê berdan
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, derbarê rojeva siyasî ya Tirkiyeyê de bang kir ku Komîsyona Meclisê guh bide Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Dogan got, "Ji bo ku çek ji dewrê derkevin û ev yek mayînde bibe, divê ev yek bê kirin."
Ayşegul Dogan di civîneke çapemeniyê de ku piştî civîna Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya partiya xwe li dar xist, axivî.
"Ji bo berdanê li benda çi ne?"
Dogan di destpêkê de bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Selahattîn Demîrtaş de û got, "Me got ev dozeke tolhildanê ye. Ti aliyê wê yê ku bi hiqûq û darazê bê ravekirin tune ye. Li vir sûc tune, gûmana maqûl tune. Di encamê de, hem hiqûqa navxweyî, hem ya derve û hem jî wijdanê civakî gotina me piştrast kir."
Berdevka DEM Partiyê rexne li Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç girt ku tevî misogerbûna biryara DMME'yê jî Demîrtaş û siyasetmedarên din nayên berdan û pirsî: "Piştî biryarê bi saet û rojan derbas bû. Ji bo berdanê li benda çi ne? Çima nayên berdan? Mixabin li vî welatî daraz bi telîmatên siyasî kar dike." Dogan daxwaza pêkanîna edaletê kir û got, "Normalîzebûna Tirkiyeyê û avakirina aştiya civakî jî bi pabendbûna bi vê hiqûqê ve pêkan e."
"Êdî dema guhdarkirina Ocalan e"
Dogan herwiha bal kişand ser pêngavên ku di pêvajoya aştiyê de hatine avêtin, wek banga Ocalan, kongreya PKK'ê, şewitandina çekan û vekişînê, lê rexne kir ku heta niha ti gaveke yasayî nehatiye avêtin.
Dogan amaje bi wê kir ku hem Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî û hem jî Serokomar Erdogan behsa wê yekê kirine ku divê komîsyon guh bide her kesî.
Herwiha got: "Em dipirsin, çima komîsyon hîn jî vê rojeva ku her kes behs dike û tê de pêşketinên ewqas girîng çêdibin, nanirxîne? Birêz Ocalan ne tenê damezrînerê PKK'ê ye, em behsa hêzeke lîderiyê ya bi bandor dikin. Ew hewl dide ku pirsgirêkeke mezin li ser bingeha yasaya biratiyê ya wekhev, bi awayekî ku çek bi temamî û mayînde ji dewrê derkevin, çareser bike. Gelo bêyî guhdarkirina aktorê sereke û muxatabê bingehîn, dê ev pêvajo di cihê xwe de bizivire, an dê gavên wêrek bên avêtin? Tiştê ku Tirkiye hewce dike, siyaseta wêrek e."
Dogan di dawiyê de bang li desthilatdariyê kir ku helwesta xwe zelal bike û got: "Êdî dema guhdarkirina birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo ku çek ji dewrê derkevin û ev yek mayînde bibe, divê ev yek bê kirin." Herwiha da zanîn ku divê şert û mercên girtîgeha Îmraliyê jî bên guhertin.
