Li Diyarbekirê bi keda destê jinan, xwarinên jibîrkirî ji nû ve tên çêkirin

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê bi keda destê jinan xwedî li mîrata pêjgeha Diyarbekirê tê derketin ku gelek xwarin û xurekên hatine jibîrkirin bi şiyanên jinan tên vejandin. Xwarin û xurekên bi keda jinan tên amadekirin dê êdî werin firotin ku bo vê yekê xala firotina ya çerçi hat vekirin. Karsaz û hevşaredarên Diyarbekir amaje kirin ku kedek hêja û pîroz e û dê sudek girîng bide danasîna çanda xwarinê ya Diyarbekirê jî.

Diyarbekir yek ji wan navendan e ku çanda xwarinê  qedîm û dewlemend e û bo xwedîlêderketina vê çanda dewlemend jî Li Navenda Danasîna Xwarinê ya Jinan de di bin banê Jura Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekir de di çarçoveya projeya bi navê Key Ma de xala firotinê ya bi navê çerçî hat vekirin. Di rêrisma vekirinê de karsaz û hevşaredaran bal kêşandin ku ev proje bo geşepêdana aboriyê û hevgirtina jinan mînakek rengîn û serkeftî ye.

Berpirsa Projeyê Meryem Ozdemîr ji K24ê re got: “2 sal berê me dest bi vê projeyê kir, di destpêkê de me xwarinên Diyarbekir ên navdar û xwarinên Diyarbekirê yên hatine jibîrkirin çêdikirin, niha êdî em xurekan jî amade dikin û berhemên navdar ên Diyarbekirê bi kar tînin ku bi taybetî berhemên wek firingiyê Licê bi kar tînin û ji îro pê de jî êdî em dest bi firotina van berheman dikin, nava xala me ya firotinê jî ÇERÇÎ ye.”

Projeya ku bi 7 jinan dest pê kiribu nha gihiştiye 100 jinan û di çarçoveya vê projeyê ji 90î zêdetir cureyên xwarin û xurekan tên amadekirin. Jinên di projeyê de cih digirin dibêjin hem demek xweş derbas dikin hem jî bo wan dibe deriyek ê debarê jî.

Aşpêj Arzu Kelekçîer dibêje: “Yên li vê derê kar dikin hemû jin in, jinên serbixwe ne, beriya niha min qet karek nekiribu, ez keyfxweş im ku li vê derê kar dikim, xwarinên ku hatine jibîrkirin jî em li vê derê çêdikin, bo nifşên nu û pêşerojê girîng e.”

Berhemên qada çandiniya Diyarbekir bi keda destên jinan bi motîfên çanda kurdî tên amadekirin dê ji îro pê de tama devê Diyarbekiriyan xweş bike.

 
Fly Erbil Advertisment