Dîndar Zêbarî bo Kurdistan24ê: WE dengê Kurdan gihand cîhanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navdewletî yê Herêma Kurdistanê, bi merema pîrozkirina salvegera 11ê ya destpêkirina weşana Kurdistan24ê, serdana bingeha sereke ya wê dezgehê kir û pesna rola pêşengane ya wê kanalê di veghastina peyam û dengê xelkê Kurdistanê de kir.

Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî, bi merema salvegera 11ê ya destpêkirina weşana kanala Kurdistan24ê, serdana bingeha sereke ya wê dezgehê li Hewlêrê kir û ji aliyê Birêvebirê Giştî yê Dezgeha K24ê Şaho Teyîb ve hat pêşwazîkirin.

Di çarçoveya serdana xwe de, Zêbarî bi germî pîrozbahî li birêveberî, rojnamevan û seranserî kadro û karmendên Kurdistan24ê kir û hêviya zêdetir berdewamî û serkeftinê bo wan di erkê wan ê ragihandinê de xwast.

Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navdewletî di wê hevdîtinê de bal kişand ser rola berçav û serkeftî ya wê kanalê di dema 11 salên borî de û pesna bizavên wan di veguhastina berfireh û bêalî ya wêneyê rasteqîne yê Herêma Kurdistanê de kir, çi li ser asta navxwe bi rêya şaşeya kanalê an jî li ser asta Erebî û cîhanî bi rêya malper û platformên wê yên cigêreng di torên civakî de.

Dîndar Zêbarî herwisa rêzên xwe bo westiyana birêveberî û desteya wê dezgehê di pêşkêşkirina gotar û naverokeke ragihandinê ya profesyonel de diyar kir, ku bi pênc zimanên zindî yên cîhanê weşanê dike; amaje bi wê yekê jî kir ku ev stratejiya pirzimanî destkeftiyekî girîng e û roleke berçav di gihandina dengê Herêma Kurdistanê û rûdanên wê de bo asteke berfireh a navdewletî û raya giştî ya cîhanê de lîstiye.

Beriya 11 salan, Dezgeha Kurdistan24ê bo Lêkolîn û Ragihandinê di westgeheke dîrokî û çarenivîssaz de dest bi karên xwe kir û tevlî qada rojnamevaniya Kurdî bû. Wê dema ku gelê Kurdistanê û hêza Pêşmergeyan di şerekî sext de li dijî DAIŞê rawestabûn, Kurdistan24 çû çepera bergiriyê û bû mertala parastina ax, mirov û samanê nîştimanî yê Kurdistanê.