Li Enqereyê rojên danasîna sê bajarên Serhedê hatin lidarxistin
Enqere (K24) – Li Enqereya paytexta Tirkiyeye 8emîn rojên danasîna sê bajarên Serhedê: Qers, Îdîr û Erdexanê birêve diçe. Di çarçoveya rojên danasîna bajarên bakûrê Kurdistanê de ji goştê qazên navdar yên Qersê heta xalîçeyên Îdîrê ji berhemên keda destan heta gelek cûreyên penîr û cezeriyên taybet gelek berhem û tehmên xwemalî tên pêşandan.
Ev dîmenên govendên gelerî ji rojên danasîna sê bajarên herêma Serhedê; Qers, Îdîr û Erdaxan e ku di festîvalekê hevbeş de li Keçîorena navçeya Enqereyê hatin cem hev. Di festîvala hevbeş de di konên hatine vedan de gelek berhemên çandinî, ajalvanî û destçêkirî cih digrin. Di festîvalê de cureyên penîr, zeytûn, hingiv, bastêq, kete, kibaba caxê û gelek berhem û xwarinên navdar yên Qers, Îdir û Erdaxanê tên pêşandan.
Di qadeke ku hatiye diyarkirin de jî taybetî goştê qazên Qersê yên navdar tên çêkirin ku hosteyek jî behsa taybetmendiya qazên Qersê dike.
Hoste Yunus Denîz di vî warî de ragihand: “Me hemû çêjên xwe yên herêmî anîn vir. Qaz û savara me ya taybet ku em bi ava qazê çêdikin gelekî balê dikişîne. Xwarin, cihê xwedîkirinê û cihê mayîna qazên me xwezayî ne. Giyayên bi bîhn yên wekî cehterê dixwin, loma goştê wan wekî yê berxikan pir bi tam e. Serjêkirina wan jî di Cotmehê de dest pê dike.Piştî serjêkirinê em xwê dikin û hişk dikin û goşt wisa dikare salekê di sarincê de bimîne.”
Di festîvalê de ligel xalîçeyên taybet, gelek berhemên bi keda destan hatine çêkirin jî li ser standan tên pêşandan. Ligel xişrên cûrbicûr kulîlka bi navê Har-î Bilbil ku li herêma Şûşa ya Qerebaxê şîn dibe û bi keda destên jinên Îdîrê hatine çêkirin jî balê dikêşin.
Seroka Koma Hûnera Destan Nafiye Ertekîn jî ragihand: “Em ji bo danasîn û pêşandana Har-i Bilbilên ku me bi teknîk û kelopora keda destan ya Îdîrê çêkirine hatine vir. Di nav xebatên me de broş(toq), çente, destmalk û cûreyên xişran hene ku bi neqşa Har-i Bilbil hatine çêkirin. Em jî bi van xebatan dixwazin çîroka vê kulîlkê veguhêzin nifşên din.”
Elîzar Aktaş jî got: “Ez ji Erdexanê me, lê li Enqerê rûdinim. Ji Erdexanê mêvanên min hene ku li vir hûnera pitikên damakî(xetxetokî) yên pêlîstokan çêdike. Dayika me a bi navê Fîdan Atmaca ku vî karî dike xwedî temene loma min cil û berg li xwe kirin û ez vê kevneşopiyê didim nasîn.”
Her wiha di festîvala ku dê heta 1ê Mijdarê berdewam dike de wê hin konserên komên muzîkan, şevbuhêrkên dengbêjî û çanda hozanên Tirkmenan cih bigrin û wê her bajar hewl bide ku bi awayê herî xweş dewlemendî û berhemên xwe bidin naskirin.