Parêzgarê Hesekê û ENKSê dawî pêşhatên deverê nîqaş kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hesekê pêşwaziya şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) kir û pê re dawî pêşhatên deverê û rewşa giştî ya wê parêzgehê nîqaş kirin.
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed îro îro Yekşem, 1ê Mijdara 2026ê, pêşwaziya şandeke Nivîsîngeha Meclîsa Herêmî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) kir, ku ji aliyê Serokê Nivîsîngeha Meclîsên Herêmî Nişet Zaza serokatiya wê dikir.
Di wê civînê de gelek mijarên girêdayî rewşa giştî ya parêzgehê hatin nîqaşkirin û her du aliyan dîtin û nêrînên xwe li ser pêşketinên heyî û herwesa guhertin û pêşveçûnên deverê jî li hev guhartin.
Di pareka dî ya wê civînê de jî, tekez li ser girîngiya xurtkirina têkilî û diyalogê di navbera hêz û aliyên cuda cuda yên siyasî û civakî de hate kirin, bi rengekî ku bibe sedema xurtkirina aştiya civakî û aramiyê li deverê.