Desteya Geştiyariyê: Kornîşê Rêya Jiyanê hejmara geştyaran zêde dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Desteya Geştiyariyê ya Herêma Kurdistanê got ku, projeya Rêya Jiyanê dê bibe sedema kirina bi dehan çalakiyên geştiyariyê li wî cihî.
Berdevkê Desteya Geştiyariyê ya Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdilmecîd îro (Çarşem, 5ê Mijdara 2025ê) ji Malpera Kurdistan24ê re ragihand: “Kornîşê Rêya Jiyanê li Hewlêrê dê bibe yek ji xweşiktirîn û baştirîn wan projeyên ku ji bo zêdetir girîngîdana bi sektora geştiyariyê hatine çêkirin.”
Berdevkê Desteya Geştiyariyê ya Herêma Kurdistanê herwesa got: “Vekirina vê projeyê dê bibe sedema anîna zêdetir geştiyaran ji bo Hewlêra paytext û dê wê bibe rêza bajarên modern, xasma jî piştî bi temambûna kembera kesk.”
Îbrahîm Ebdilmecîd amaje jî da: “Mimkin e li Rêya Jiyanê hejmareka çalakiyên geştiyarî yên girîng bên kirin, wekî festîvalên mezin, cihên malbatî û lîstikên zarokan, ji bilî ku malbat dikarin bêhna xwe lê vedin, ev jî di çarçoveya kar û projeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo sektora geştiyariyê de ye.”
Navbirî eşkere jî kir: “Stratejiya kabîneya nehê çêkirina hejmareka kornîşan bû. Ji bilî feydeyên wê yên girêdayî jîngehê, rêya herî baş e ku geştiyaran zêdetir teşwîq bike, xasma jî ji bo anîna geştiyarên biyanî. Her di vê kabîneyê de, rêjeya hatina geştiyariyan 20% zêde bûye.”
Berdevkê Desteya Geştiyariyê herwesa got: “Di kabîneya nehê de 80 projeyên mezin ên geştiyariyê hatine bicîhanîn. Ji bilî feydeyên geştiyariyê, bûye sedema peydakirina zêdetirî 20 hezar derfetên karî, ku zêdetirî 80% ya wan ên navxweyî ne. Herwesa projeyên bendav û rêyan jî ji girîngitrîn wan projeyan bûne ku zêdetir geştiyar berê bidin Herêma Kurdistanê.”
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG) Mesrûr Barzanî roja Çarşemê li Hewlêrê kevirê bingehîn ê projeya Rêya Jiyanê danî.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 5ê Mijdara 2025ê) kevirê bingehîn ê Projeya Rêya Jiyanê li bajarê Hewlêrê dana. Armanca sereke ya vê projeya mezin veguhertina devereka komkirina av û kanalîzasyonê ji bo devereka geştyarî û ciwan li paytextê ye.
Taybetmendiyên vê projeyê bi hejmar:
- Rûber: Rûbera giştî ya ku ji bo vê projeyê hatiye terxankirin 101,600 metrekare ye.
- Pêkhateya Avê: Ev proje ji 3 golên destçêkirî pêk tê û bi 2 rêgehên avê yên bazineyî li dora Hewlêrê dizivire.
- Qebareya Projeyê: Firehiya projeyê di navbera 15 û 25 metreyan de ye.
- Kûrahî: Kûrahiya kanalê dê 5 metre be.
- Dîzayn: Projeya Rêya Jiyanê ji aliyê endezyarên navxweyî û şêwirmendên Îtalyayî ve hatiye dîzaynkirin.
- Cih: Ev proje ji taxên Şawês û Sêberdanê dest pê dike û heta rêya sereke ya Kerkûkê û piştre rêya Mexmûrê dirêj dibe.
