Hewlêr û Diyarbekir di rêzbendiya kevntirîn bajarên cîhanê de ne
Navenda Nûçeyan (K24) - Li gorî raporteka malpera Geomabasê ku girêdayî warê cografî û dîrokê ye, bajarê Diyarbekirê li rêza sêyê ya rêzbendiya wan bajaran e yên ku bi dirêjahiya dîroka çêbûna xwe heta niha jiyan lê berdewam e. Herwesa Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê jî li rêza 11ê ya bajarên kevin ên cîhanê ye, ku çar hezar salan berî zayînê xelk lê binecih bûye.
Wê malperê amaje jî daye ku, ji 18 bajarên cuda yên li seranserî cîhanê ku lêkolîn li ser hatine kirin, bajarê Şamê bajarê herî kevin ê cîhanê ye û li rêza yekê ya wê lîstê ye. Piştî wê, Erîhaya Filistînê tê. Li rêza sêyê jî bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê heye.
Çend nimreyekan piştî Diyarbekirê, Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê li rêza 11ê heye. Her li gorî zanyarên wê malperê, çar hezar salan berî zayînê jiyan li vî bajarî hebûye û heta niha jî berdewam e û di pêşkeftinê de ye.
Malpera navbirî tekez jî kir ku, rêzbendiya navên wan bajaran li ser bingeha çêbûna wan nehatiye danan, lê hebûn û berdewamiya şênî û jiyanê bingeha vê lêkolîn û rêzbendiyê ye.
Her wê çavkaniyê ron jî kiriye ku, li van bajaran di seranserê dîrokê de, tevî hatin û çûna împaratoriyên li pey hev û şerên berdewam, lê hêşta jî xelk lê binecih e û dijî.
