Fazil Mîranî: Avanekirina hikûmetê di berjewendiya şêniyên Herêma Kurdistanê de nîne

Fazil Mîranî
Fazil Mîranî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya PDKê amaje da: “YNK bû sedema daxistina Balafirxaneya Silêmaniyê, lê me ew vekir” Tekez jî kir: “Avanekirina hikûmetê di berjewendiya şêniyên Herêma Kurdistanê de nîne.”

Serokê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî îro (Şemî, 8ê Mijdara 2025ê) di hevpeyvînekê de ji Kurdistan24ê re got: “Em wekî PDK bi gotinên Serokê YNKê lawaz nabin, ji ber ku tiştê ku ew dibêje em ne wesa ne, dîroka me eşkere ye û dîroka wan jî eşkere ye.”

Fazil Mîranî di derheqa drûşma “Em dê biherifînin” de jî ragihand: "Divê ew kesê ku wê gotinê dike ji xwe bipirse ka ew dê kê biherifîne. PDKê du caran hindî YNKê cemawer û hêza leşkerî heye. Dîroka PDKê deh caran ji ya YNKê paqijtir e. Bi rastî em şerm dikin ku bi eynî awayê wan bersiva wan bidin. Em asta xwe şor nakin asta wan.”

Navbirî herwesa di derheqa avanekirina kabîneya dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî got: “Em dikarin bê YNKê hikûmetê ava bikin, lê me wisa nekir. Ger em bixwazin, em dikarin niha jî wisa bikin, lê YNK şanaziyê bi wê yekê dike ku wan nehişt hikûmet bê avakirin. Avanekirina hikûmetê di berjewendiya şêniyên Herêma Kurdistanê de nîne.”

Serokê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya PDKê ron jî kir: “YNK her car rewşê xirabtir dike, lê PDK berevajî wan rewşê baştir dike û karwanê avedaniyên wê berdewam e. YNK bû sedema daxistina Balafirxaneya Silêmaniyê, lê me ew vekir.”

Fazil Mîranî li ser petrol û gaza Kurdistanê jî amaje da: “Çavkaniyên xwezayî milkê hemî xelkê Kurdistanê ne, ne milkê YNKê û ne jî yê PDKê tenê ye.”

Navbirî di derheqa Projeya Ronakiyê de jî got: “Ew proje destkeftî ye û bi wê rêyê qrêşeya elektrîkê li Kurdistanê hat çarekirin, divê hemî alî şanaziyê bi wê destkeftiyê bikin, di berjewendiya me tevan de ye.”

 
Fly Erbil Advertisment