Fazil Mîranî: Serokê YNKê hatiye ser maleka hazir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya PDKê ragihand: “Iraq kûrahiya stratejiya me ye, û peyama PDKê di vê bangeşeyê de pir zelal bû.” Tekez jî kir: “Divê aliyên din jî yên Kurdistanî tevlî me bibin û hevnerîn û hevrêyên me bin.”
Serokê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî îro (Şemî, 8ê Mijdara 2025ê) di hevpeyvînekê de ji Kurdistan24ê re got: “Iraq kûrahiya stratejiya me ye, û peyama PDKê di vê bangeşeyê de pir zelal bû.”
Serokê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya PDKê herwesa ragihand: “Rêya rast ew e ya ku me daye ber xwe, lewma divê aliyên din jî yên Kurdistanî tevlî me bibin û hevnerîn û hevrêyên me bin.”
Fazil Mîranî di derheqa daxuyaniyên serokê YNKê de tekez kir: “Bi rastî jî şerm e ku kesekê wisa serokê partiyekê ye. Ew dîroka YNKê jî nizane û hatiye ser maleka hazir. Reftarên wî naşibin ên serokên partiyan.”
Navbirî amaje jî da: “Tevî wan tohmetên ku YNK araste dike, divê bizane ku ew bi xwe li salên 1964 heta 1970ê li debabeyên Iraqê swar bûne û xiyanet li Kurdan kiriye.”
Serokê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya PDKê her di bersiva gotinên serokê YNKê de ragihand: “Ew gotinên ku Bafil Talebanî duhî kirine, bavê wî yê rehmetî jî ew tişgotin nekirine û wisa nefikiriye. Mam Celal her tim digot: ez têkiliya xwe bi PDKê re xirab nakim. Ez poşman im ku ez di demên borî de ji Mela Mistefayê Barzanî veqetiyame.”
Fazil Mîranî eşkere jî kir: “Ez matmayî mame ku di nav YNKê de kesek tune ku şîretan bide Bafil Talebanî bike û jê re bibêje: ew daxuyaniyên te baş nînin û dê zirarê bidin me. Bi rastî daxuyaniya wî hejî yarîpêkirinê ye û tenê zarok pê dikenin.”
