Şam: Şera û Trump li ser tevlîbûna HSDê û rakirina cezayan lihev kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand, Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera di serdaneke "dîrokî û yekem a ji cureya xwe" de, roja 10ê Mijdara 2025an, li Qesra Spî ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve hatiye pêşwazîkirin. 

Li gorî daxuyaniyê, hevdîtina her du serokan ku zêdetirî saetekê dom kir, di keş û hewayeke "dostane û avaker" de derbas bûye.

Serok Trump di hevdîtinê de pesnê serokatiya nû ya Sûriyeyê û gelê Sûrî daye ji ber "destkeftiyên di warê rizgarkirin û vegerandina aramiyê de" û amadebûna Amerîkayê ji bo pêşkêşkirina piştgiriya pêwîst ji bo prosesa avakirin û geşepêdanê di qonaxa bê de tekez kiriye.

Civîna Sêalî: Amerîka, Sûriye û Tirkiye li ser yek maseyê

Piştî hevdîtina her du serokan, li ser rênimayên Serok Trump, civîneke berfireh a kar hat lidarxistin. Di civînê de ji bilî Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Es’ed Şeybanî, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî beşdar bûn. Armanca civînê şopandina lihevkirina her du serokan û danîna mekanîzmayên zelal ên cîbicîkirinê bû.

Lihevkirinên Stratejîk: Tevlîbûna HSDê û Peymana bi Îsraîlê re

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku her du alî li ser cîbicîkirina "Peymana 10ê Adarê " li hev kirine. Ev peyman xalên jêrîn li xwe digire:

- Tevlîbûna Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di nava refên Artêşa Sûriyeyê de.

- Yekkirina saziyan û bihêzkirina ewlehiya niştimanî.

- Gihîştina peymaneke ewlehiyê bi Îsraîlê re bi armanca xurtkirina aramiya herêmî. Aliyê Amerîkî piştgiriya xwe ji bo vê armancê tekez kiriye.

Alîkariya Aborî û Rakirina Cezayên Qeyser

Di warê aboriyê de, Serok Trump piştgiriya welatê xwe ji bo hewlên vejîn û veberhênanê li Sûriyeyê anî ziman û pabendbûna Amerîkayê bi rakirina cezayên ku li gorî Qanûna Qeyser hatine sepandin ragihand, da ku derfetên geşepêdanê zêde bibin û veberhênan were kişandin.

Hevdîtin bi guhertina diyariyên bîranînê û bi tekezkirina li ser "avakirina rûpeleke nû di pêwendiyên Sûrî-Amerîkî de li ser bingeha rêzgirtina dualî û berjewendiyên hevbeş ên her du gelên dost" bi dawî bû.

 
Fly Erbil Advertisment