Mezlûm Ebdî: Em ê pêvajoya tevlîbûna HSDê bo nav Artêşa Sûriyeyê bilez bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî bi peyamekê spasiya Serok Trump kir û ragihand, piştî hevdîtinên li Koşka Spî, ew ê kar ji bo tevlîkirina hêzên xwe bo nav dewleta Sûriyeyê bikin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi daxuyaniyekê li ser hejmara xwe ya tora civakî "X" ragihand, ew pabendî lezkirina pêvajoya tevlîbûna HSDê bo nav dewleta Sûriyê ne. 

Di peyama xwe de, Ebdî bi awayekî taybet spasiya Serok Trump kir ji bo "serkêşiya wî ya li Sûriyeyê û dayîna derfetê ji gelê Sûrî re."

Ebdî di peyama xwe de eşkere kir, wî pêwendiyeke telefonî ya "serkeftî" ligel Balyoz Tom Barrack pêk aniye. Di vê pêwendiyê de jî encamên civîna Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera ya li Koşka Spî hatine gotûbêjkirin û tekezî li ser lezkirina tevlîbûna HSDê hatiye dubarekirin.

Fermandarê Giştî yê HSDê bal kişand ser girîngiya tevlîbûna Sûriyeyê bo nav Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê û ev yek weke "pêngaveke bingehîn" binav kir û da zanîn ku ev pêngav dê hewlên hevbeş ên ji bo "têkbirina mayînde ya DAIŞê û jinavbirina gefên wê li ser herêmê" xurtir bike.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Mezlûm Ebdî tekez kir ku ew bi awayekî cidî û bi hevahengiyeke xurt ligel hevkarên xwe dixebitin. Armanca sereke ya van hewldanan, weke ku wî aniye ziman, avakirina "pêşerojeke geştir û ewletir ji bo gelê me di nav Sûriyeyeke yekbûyî de" ye.

Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera roja 10ê Mijdarê li Koşka Spî ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve hatibû pêşwazîkirin. Wezareta Derve ya Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand, her du aliyab li ser cîbicîkirina "Peymana 10ê Adarê " li hev kirine. 

 
 
 
Fly Erbil Advertisment