Sûriye bi fermî bû endama Hevpeymaniya Navdewletî

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, hêzên wan li Sûriyeyê, di navbera 1ê Cotmehê û 6ê Mijdara 2025an de, beşdarî zêdetirî 22 operasyonên li dijî DAIŞê bûne. Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, di encama van operasyonan de 5 endamên DAIŞê hatine kuştin û 19 kesên din jî hatine girtin.

Ev çalakiyên leşkerî di demekê de tên ku di têkiliyên navbera Sûriye û Amerîkayê de guherîneke mezin çêdibe. Di pêngaveke çaverênekirî de, Sûriyeyê bi awayekî fermî tevlîbûna xwe bo Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo Têkbirina DAIŞê ragihand.

Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê ev pêngav weke "xaleke werçerxanê di dîroka Sûriye û cîhanê de li dijî terorê" bi nav kir. Hikûmeta Sûriyeyê jî da zanîn ku beşdarbûna wan di vê qonaxê de, di çarçoveyeke siyasî de ye û ew ê beşdarî operasyonên leşkerî nebin.

Encama Hevdîtina Trump û Şara

Ev pêşhateya siyasî ya girîng, piştî serdana Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera bo Washingtonê tê. Şera roja 10ê Mijdarê li Koşka Spî ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump civiya bû. Ev yekem serdana serokekî Sûriyeyê bû ji bo Koşka Spî û weke nîşaneya destpêkirina qonaxeke nû di têkiliyên navbera herdu welatan de tê dîtin.

 
Fly Erbil Advertisment