Asta ava Bendava Bokanê 10 metreyan daketiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Bendava Bokanê ku yek ji çavkaniyên herî girîng ên avê li parêzgeha Urmiyê û Rojhilatê Kurdistanê ye, rastî metirsiyeke mezin a ziwabûnê hatiye. Ji ber kêmbûna baranê û bikaranîna zêde ya avê, asta ava bendavê bi awayekî berçav daketiye, ku ev yek bûye sedema mirina bi hezaran ton masî û gefê li jiyana welatiyan dixwe.

Welatiyên ku ji bo masîgirtinê serdana bendavê dikin, dibêjin ku eger rewş bi vî rengî bidome, dê bendav bi temamî hişk bibe.

Li gorî welatiyan, asta ava bendavê zêdetirî 10 metreyan daketiye û li gorî sala borî, tenê %20 av di bendavê de maye. Zêdetirî 10 hezar ton masî jî ji ber kêmbûna av û oksîjenê telef bûne.

Welatî Resûl Ebdullahpûr ji Kurdistan24ê re got: "Daketin ewqas zêde ye ku xêza spî ya asta avê ya berê gelek li jor xuya dike. Hişkesalî û bêavî ziyaneke mezin gihandiye vê bendavê."

Rewş ne tenê ji bo masîgiran, lê ji bo cotkar û ajelvanan jî bûye karesat. Welatî Rehîm Xoşqedem dibêje: "Pêwîstiya me bi avê heye. Ava ajelên me jî nemaye. Carinan ez difikirim ka ez ê ji bo ajelên xwe ji ku avê peyda bikim. Çandiniya xelkê ziwah dibe, ne genim hatiye çandin, ne jî berhemeke din."

Elî Ferecî jî balê dikişîne ser rewşa şivanan û dibêje: "Ajelavanek ji saet 5ê sibê heta 7ê êvarê ajelên xwe diçêrîne, lê kaniyek an golek avê nîne ku ajelên xwe av bide."

Bendava Bokanê, ku dikeve başûrê Gola Urmiyê, weke bendava herî tijî av a parêzgehê dihat naskirin. Ev bendav ava vexwarinê ya zêdetirî 23 bajar û 123 gundan li sê parêzgehên Îranê dabîn dike. Herwiha, salane ava zêdetirî 55 hezar hektar zeviyên çandiniyê û pîşesaziyê jî ji vê bendavê tê.

Welatî, li gel hişkesaliyê, bikaranîna zêde û nerêkûpêk a ava bendavê ji aliyê berpirsan ve weke sedema sereke ya vê karesatê dibînin.

 
Fly Erbil Advertisment