Keşnasiya Kurdistanê: Ji Şemiyê ve baran dê bibare
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Keşnasî û Erdhejzaniyê ya Herêma Kurdistanê, pêşbîniyên xwe yên ji bo rojên bê belav kir û ragihand, ji şeva Şemiyê 14ê Mijdarê û heta roja 17ê Mijdarê, dê pêleke baranê tevahiya navçeyan bigire.
Li gorî daxuyaniyê, ji ber bandora du nizme-pestoyên ji Deryaya Spî û Deryaya Sor, dê ev guherîna keşûhewayê çêbibe. Pêla baranê dê di destpêkê de bi baraneke sivik dest pê bike, lê piştre dê bandora wê zêde bibe û carinan dê birûsk û baraneke bihêz pê re be.
Herwiha egera barîna kêm a berfê li navçeyên çiyayî yên sînorî yên bakur û bakurê rojhilat heye.
Derbarê pileyên germê de, Keşnasiyê hişyarî da ku dê heta roja Yekşemê, li gorî pileyên ku îro hatine tomarkirin, nêzîkî 10 pileyan daketineke berçav were tomarkirin.
Di heman demê de, leza bayê jî dê zêde bibe, bi taybetî roja Şemiyê ku tê pêşbînîkirin leza wê bigihîje ser 40 kîlometre di saetekê de.
