Serok Barzanî sersaxî li Serokomarê Iraqê Dr. Letîf Reşîd kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 13ê Mijdara 2025an, bi peyamekê sersaxî li Serokomarê Iraqê Dr. Letîf Reşîd kir, ji ber koça dawî ya birayê wî, Şemal Reşîd.
Di peyama xwe de, Serok Barzanî xemgîniya xwe ya kûr nîşan da û sersaxî li Serokomar, malbat û xizmên wan kir.
Peyama Sersaxiyê ya Serok Barzanî:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi xemgîniyeke mezin, min nûçeya koça dawî ya birêz Şemal Reşîd, birayê Dr. Letîf Reşîd, Serokomarê Iraqa Federal, bihîst.
Ez sersaxiyê li birêz Dr. Letîf Reşîd, Serokomarê Iraqa Federal, malbat û xizmên wan dikim.
Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku ruhê xwedêjêrazî Şemal Reşîd bi bihuşta perîn şad bike û sebir û aramiyê bide her kesî.
Înna Lîllah we Înna Îleyhî Racîûn
Mesûd Barzanî
13ê Mijdara 2025an
