Ji bo Hevserokê Dem Partiyê yê Îdirê 13 caran cezayê hetahetayê hat birîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê berê yê Rêxistina DEM Partiyê yê Îdirê Mehmet Selçuk, di doza ku tê de dihat darizandin de, cezayekî gelek giran lê hat birîn. 

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Dadgeha Cezayê Giran a 1emîn a Îdirê, duh 14ê Mijdarê di rûniştina biryarê de, ji ber kuştina 13 polîsan, 13 caran cezayê hetahetayê ya girankirî li Mehmet Selçuk birî.

Bûyera ku Selçuk jê tê darizandin, 9 sal berê li Îdirê pêk hatibû. Di wê bûyerê de, li nêzîkî Deriyê Sînorî yê Dilûcûyê, di dema derbasbûna wesayîta ku polîs vediguhastin de, teqemeniyek ku li ser rê hatibû bicihkirin, teqiyabû û di encamê de 13 polîsan canê xwe ji dest dabûn.

Serdozgeriya Komarê ya Îdirê, piştî ku 9 sal di ser teqînê re derbas bûn, li ser bingeha giliyekê, lêpirsîn dabû destpêkirin. Di çarçoveya vê lêpirsînê de, Hevserokê berê yê DEM Partiyê yê Îdirê Mehmet Selçuk sala borî hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin.

Selçuk, ku heta roja rûniştina dadgehê, li Girtîgeha Elezîzê girtî bû, bi vê biryarê re rastî yek ji cezayên herî giran hat.

 
Fly Erbil Advertisment