Di salvegera 88an de: Daxwaza ji bo aşkerekirina gora Seyîd Riza dubare bû
Navenda Nûçeyan (K24) – 88 sal berê, di 15ê Mijdara 1937an de, Rêberê Dêrsimê Seyîd Riza, li gel kurê xwe yê 16 salî Reşik Ûşen û pênc rêberên din ên Dêrsimê, li Xarpêtê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin darvekirin. Îro, piştî 88 salan, cihê gorên wan hîn jî nayê zanîn û malbatên wan daxwaza edaletê dikin.
Ev darvekirin, weke encama Komkujiya Dêrsimê ya salên 1937-1938an pêk hatibû. Li gorî daneyên fermî yên dewletê, di komkujiyê de 13 hezar kes, lê li gorî çavkaniyên serbixwe zêdetirî 70 hezar kes hatin kuştin. Di komkujiyê de gazên jehrî hatibûn bikaranîn, xwezaya herêmê hatibû şewitandin û bi deh hezaran kes jî ji warê xwe hatibûn sirgûnkirin.
Seyîd Riza, piştî çend mehan ji komkujiyê, bi xapandina "danûstandinê" li Erzînganê tê girtin û ber bi sêdarê ve tê birin. Beriya ku lingê xwe li sêpiya sêdarê bide, bi van gotinên dîrokî serî li ber zilmê natewîne: "Min nekarî bi dek û dolabên we, ev ji min re bû derd. Lê min jî çok li ber we danexist, bila ev jî ji we re bibe derd."
Neviya Seyîd Riza: "Dixwazin Komkujiyê bidin Jibîrkirin"
Zelîxa Polat, neviya Seyîd Riza, careke din bang li desthilatdarên Tirkiyeyê kir ku cihê gorên bapîrê wê û hevalên wî eşkere bikin û termên wan radestî malbatan bikin.
Polat derbarê axaftinên li ser "pêvajoya aştiyê" de bi guman e û dibêje: "Di van rojan de li ser aştiyê tê axaftin, ev tiştekî baş e, lê ew jidil nînin. Heke jidil bin, bila gavan biavêjin. Dixwazin wê komkujiyê bidin jibîrkirin. Me gelek êş kişandin û em dixwazin êdî ev êş neyên jiyîn, lê hêviya min tune ye."
Zelîxa Polat herwiha balê dikişîne ser zextên ku hîn jî berdewam in û dibêje: "We cihê gorên me nîşan neda, lê çima hûn pirsgirêkên nû ji me re derdixin? Heta navê gundê me jî jê birin. Devera ku me digot qey gorên me li wir in, kirin milkê xezîneyê."
