Reqe.. HSDê êrîşeka komên çekdar ên girêdayî Şamê şkand

Navenda Nûçeyan (K24) - HSDê ragihand ku, hêzên wan êrîşeka komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê li rojhilatê Reqeyê şkand, herwesa haydarî jî da ku ew êrîşên berdewam bêbersiv nabin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro (Şemî, 15ê Mijdara 2025ê) di ragihandinekê de got ku, komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê li Mîhwerê Xanim Elî li derdora rojhilatê Reqeyê êrîşeka nû kiriye ser hêzên wan û tê de dron û çekên giran hatine bikaranîn, bê ku silametiya welatiyên sivîl û tenahiyê deverê li ber çavan bê wergirtin.

HSDê herwesa got: "Hêzên me bi berpirsiyarî û şiyanên herî zêde êrîşa wan bi awayekê serkeftî şkand." Her di encama wan pevçûnan de, sê kes birîndar bûn û wê komê jî qurbanî dane.”

HSDê di ragihandina xwe de haydarî da ku ew dê bersiva wan êrîşan bidin û ragihand: "Bersiva hêzên me bi wan êrîşan re hempa bû, lê bi pabendbûneka temam bi xweragirtinê û rêgirtina li berfirehbûna wî şerî. Tevî wê yekê jî em bi zelalî radigihînin ku, em dê li beranberî êrîş û têkdanên dubare nesekinin û em dê rêkarên pêdivî werbigirin da ku deverên xwe, hêzên xwe û gelê xwe ji her gefekê biparêzin.”

HSDê di ragihandina xwe de behsa wê yekê jî kiriye ku, ew komên çekdar dê deverê ber bi aloziyên zêdetir ve bibin û dê hemî bizavên ji bo parastina tenahiyê li deverê têk bidin.

HSDê di ragihandina xwe de bang li wan aliyan jî kiriye yên ku piştgiriyê didin van koman ku, wan kontrol bikin û kiryarên wan ên neberpirsiyarane bi dawî bînin, ji ber ku ew rasterast gefan li ewlehî û tenahiya tevahiya deverê dikin.

 
Fly Erbil Advertisment