Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê projeya westgeha paqijkirina ava avrêyên Hewlêrê dadine
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 16ê Mijdara 2025ê) kevirê bingehîn ê projeya westgeha paqijkirina ava avrêyên Hewlêrê dadine.
Rêveberê Giştî yê Av û Avrêyên Herêma Kurdistanê Arî Ehmed Qadir ji Kurdistan24ê re got: "Ev proje ne tenê ji hêla qebareyê ve mezin e, belkî ji bo bajarê Hewlêrê û şêniyên wê girîngiyeka jîngehî û tenduristî ya bêhempa heye.”
Arî Ehmed Qadir amaje jî da ku, armanca vê projeyê dabînkirina ava avdanê ye, ku dê bibe çavkaniyeka sereke ji bo dabînkirina ava pêdivî ji bo avdana Kembera Kesk a Hewlêrê û parkên giştî wekî Parka Samî Ebdirehman, ku niha neçar in ava binerd bi kar bînin. Ev jî dê zexta li ser çavkaniyên ava binerd kêm bike.
Pêkhateyên sereke yên wê projeyê ev in:
1. Çêkirina tora avrêyan ku ji danana 21.9 kîlometrên boriyên avrêyan pêk tê, 5.3 kîlometir bi teknîka Pipe Jacking tên bicihanîn, ev teknîk yanî bê kolana cade û kolanan, ev jî dê kêmtir zirarê bide jêrxaneya bajarî û bandora li ser trafîkê jî dê kêm bike.
2. Westgeheka modern a çareserkirina avrêyan: Pêvajoya çareserkirina avrêyan bi awayekê pêşkeftî tê kirin, ku tê de sikrînkirin, hewaguhertin, parzinandin û gelek qonaxên din jî hene. Piştî çareserkirinê, ew avrê dikarin dîsa ji bo armancên cuda cuda bên bikaranîn.
3. Xebitandin û çarekirin: Ev proje qonaxeka xebitandin û çarekirinê ya dusalî ji bo piştrastbûna ji xebitandina aktîv û berdewam a wê westgehê vedigire.
Bi temamkirina vê westgehê, Hewlêr dê pêngaveka mezin ber bi avakirina bajarekê paqijtir, saxlemtir û berdewamtir ji bo nifşên niha û paşerojê ve biavêje.
