Bahçelî: Heke kes xwe nede ber, ez dikarim tevî 3 hevalên xwe biçim Îmraliyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî ragihand, ew amade ye bi xwe biçe Îmraliyê û hevdîtinê bike. 

Devlet Bahçelî îro 18ê Mijdarê di civîna heftane ya koma partiya xwe ya li parlamentoyê de axivî û behsa pêvajoya çareseriyê ya ku bi banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê dest pê kiribû, kir.

"Ez amade me biçim Îmraliyê"

Bahçelî diyar kir, Komîsyona Aştiyê gihiştiye qonaxa dawî û got: "Êdî ti wateya astengkirina çûna Îmraliyê nîne. Heke tu kes newêre biçe vê serdanê, ez ê 3 hevalên xwe bi xwe re bibim û ji çûna Îmraliyê dudilî nabim. Ez ê mêrxasane û bi bawerî li beramberî muxatabê xwe rûnim û çav li çavê wî tiştên ku divê bêjin, bibêjim."

Piştî van gotinan, Bahçelî ji endamên partiya xwe pirsî: "Gelo hûn destûrê didin ku ez biçim Îmraliyê?" û li ser vê pirsê, ji salonê çepik hatin. Bahçelî jî got: "Sax bin. Naveroka gel li vir e. Biryara gel ev e."

"Danûstandinên li Sûriyeyê di xeteke maqûl de ne"

Di beşeke din a axaftina xwe de, Bahçelî nêrîneke erênî li ser pêşhatên li Sûriyeyê anî ziman û behsa danûstandinên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikûmeta navendî ya Sûriyeyê de kir. Herwiha got: "Danûstandinên ji bo tevlîbûna HSD-YPGê bi Hikûmeta Navendî re û diyalogên ku her roj di xeteke maqûl de birêve diçin, cihê balê ne."

Bahçelî herwiha hevdîtina "erênî û avaker" a di navbera Serokê Sûriyeyê û Serokê Amerîkayê de bi kêfxweşî pêşwazî kir û diyar kir, ev yek ji bo pêkanîna lihevkirina 10ê Adarê mekanîzmayên zelal derdixe holê.

 

 
Fly Erbil Advertisment