Emmar Hekîm: Pêwendiya bi Hewlêrê re divê li ser bingeha destûrê be
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Tevgera Hîkme ya Niştimanî, Emmar Hekîm, îro 18ê Mijdarê di gotara xwe ya li Korbenda MEPSê de ragihand, aramî tenê bi planên serbazî pêk nayê û tekez kir ku pêwendiyeke saxlem di navbera Bexda û Hewlêrê de divê li ser bingeha "hevparîya destûrî" be.
Emmar Hekîm di destpêka axaftina xwe de kêfxweşiya xwe ji bo beşdarbûna li korbendê anî ziman û got, "Ez vê yekê bi derfet dizanim û rêz û silavên xwe digihînim gelê Kurdistanê û malbata Barzanî, ku sembola dîroka têkoşîna gelê Kurd e û roleke girîng di parastina ezmûna demokrasiya Iraqê de lîstine."
Herwiha pîrozbahî li gelê Iraqê kir ji ber serkeftina hilbijartinên parlamentoyê û got: "Em weke gelê Iraqê, şanaziyê bi serkeftina hilbijartinên xula şeşem dikin, çi ji aliyê amadekarî, ewlehî û çi jî ji aliyê beşdariya berfireh ve."
Hekîm bal kişand ser têgeha ewlehî û aramiyê û got: "Ewlehî û aramî tenê bi planên serbazî pêk nayên, belkî bi gelek faktorên din ve girêdayî ne, ku yên herî diyar hevparîya siyasî, aborî û civakî ya hevseng e." Da zanîn jî, ewlehiya îro ewlehiya enerjî, keşûhewa, xwarin, av, civak û veberhênanê jî di nav xwe de dihewîne.
Serokê Tevgera Hîkme tekez kir, "Aramî li welatekî pêk nayê, eger gelê wî di bin destê cudahiyên çînatî û nebûna dadperweriya civakî de binale. Herwiha aramî li herêmekê çênabe, eger sivikatî bi berjewendî û mafên welatiyên wê were kirin."
Hekîm bang li hemû serokên partiyan kir ku berjewendiya Iraqê li ber çavan bigirin û got: "Divê em di zûtirîn dem de hikûmeteke bihêz û bi prestîj ava bikin ku nûnertiya hemû pêkhateyên me bike." Herwiha got, divê diyalog cihê nakokiyan bigire û welatên herêmê ji "rêvebirina qeyranan" ber bi "afirandina çareseriyan" ve biçin.
"Pêwendiya Bexda û Hewlêrê divê li ser bingeha destûrê be"
Di dawiya axaftina xwe de, Emmar Hekîm bi awayekî zelal li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê rawestiya û got: "Em di wê baweriyê de ne ku hevparîyeke rastîn di navbera Bexda û Hewlêrê de divê li ser bingeha hevparîya destûrî were danîn, ne li ser bingeha nakokî û pêşbirkê. Ji ber ku Herêma Kurdistanê beşeke resen a pêkhateya destûrî ye û her aloziyek di pêwendiyan de dê bandoreke neyînî li ser hemûyan bike."
