Rûsyayê bi mûşek û dronan êrîşeka mezin kir ser Ukraynayê
Navenda Nûçeyan (K24) - Di encama êrîşeka bi mûşek û dronan a Rûsyayê li ser avahiyekê akincîbûnê li bajarê Ternopelê yê rojavayê Ukraynayê de, 19 kes hatin kuştin.
Rayedarên Ukraynayê îro (Çarşem, 19ê Mijdara 2025ê) ragihand: "Şeva borî Rûsyayê bi 470 dronan û 48 mûşekan êrîşeka berfireh kir ser jêrxane û xetên enerjiya elektrîkê û cihên akincîbûnê yên Ukraynayê."
Ajansa Reutersê ya nûçeyan ji zarê rayedarên Ukraynayê veguhest ku, ew êrîşa Rûsyayê bûye sedema qutbûna elektrîkê li hejmareka bajar û gundên Ukraynayê, di demekê de ku pêleka serma û qeşayê ew welat vegirtiye.
Reutersê amaje jî daye ku, di encama wan êrîşan de 66 sivîl birîndar bûne. Herî zêde qurbanî li bajarê Ternopelê yê rojavayê Ukraynayê bûne, dema ku mûşekeka Rûsyayê bi avahiyekê akincîbûnê keft û qatên jorîn ên wî avahî wêran kirin û agir û dûmaneka zêde ji wî avahî bilind bû.
Her di encama wan êrîşan de Polonyayê, ku endamê NATOyê û cîrana Ukraynayê ye, balafirgehên Rzeszow û Lublin li başûrê rojhilatê welatê xwe bi rengekê demkî girtin û balafirên şer ên Polonyayê û NATOyê wekî rêkareka xweparastinê li asmanê wî welatî firîn.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy jî ragihand, dibe hîn jî mirov di bin kavilên avahiyên bombebarankirî yên Ternopelê de asê mabin.
Zelenskyy bang li hevalbendên xwe kir ku zextê li ser Rûsyayê zêde bikin û mûşekên parastinê yên asmanî ji bo welatê wî peyda bikin, da ku şerê çarsalî yê li dijî Ukraynayê bi dawî bînin.
Zelenskyy ji rojnamevanan re got: "Ev êrîşa bêşerm a li ser sivîlan nîşan dide ku zexta li ser Rûsyayê li asta pêdivî nînin û divê ceza bi bandortir bibin û zêdetir alîkariyên leşkerî bidin me."
