Komîsyona Pêvajoyê sibe deng li ser serdana Îmraliyê dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Aştiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê dê sibe, 21ê Mijdarê, di civîna xwe ya 18emîn de, li ser mijara serdana Îmraliyê dengdanê bike. Ev pêngav weke qonaxeke girîng di çarçoveya proseya aştiyê de tê dîtin.

Civîn dê sibe saet di 14:00an de di bin serokatiya Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş de birêve biçe. Di civînê de, dê karên ku komîsyonê heta niha kirine werin nirxandin û li ser pêngavên dahatû, bi taybetî li ser serdana Îmraliyê, were axaftin.

Cîgira Serokê Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, piştî civîna 18ê Mijdarê, ji rojnamevanan re piştrast kiribû ku "dê di civîna roja înê de li ser çûna Îmraliyê dengdan were kirin."

Ev civîn piştî civîna 17emîn a komîsyonê tê, ku roja 18ê Mijdarê, bi awayekî girtî hatibû lidarxistin. Di wê civînê de, Wezîrê Navxwe Alî Yerlîkaya, Wezîrê Berevaniyê Yaşar Guler û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin amade bûn û derbarê pêvajoyê de zanyarî pêşkêşî parlamenteran kiribûn.

Li gorî rêziknameya komîsyonê, ji bo piraniya biryaran, dengê piraniya endamên beşdar bes e. Ev tê wê wateyê ku eger piraniya endamên ku beşdarî civînê dibin, dengê "erê" bidin, dê biryara serdana Îmraliyê were pesendkirin.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment