Fransa: Dema pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot ragihand, ew piştgiriyê didin avakirina bilez a hikûmeta nû ya Iraqê û ev yek ji bo pêşketina aboriya welat weke pêngaveke girîng binav kir.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, îro 20ê Mijdarê ji peyamnêrê K24ê li Belcîkayê got: "Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bi dawî bûn. Niha pêwîst e amadekarî ji bo avakirina hikûmeta nû were kirin." 

Barrot herwiha tekez kir: "Fransa weke her carê, piştgiriyê dide hewlên ji bo avakirina bilez a hikûmeta nû ya Iraqê."

Wezîrê Derve yê Fransayê hêviya xwe anî ziman ku piştî avakirina hikûmetê, Konferansa Bexdayê were lidarxistin. Barrot got: "Ev konferans girîng e, ji ber ku destpêkek e ji bo karê me yê ligel berpirsên nû yên Iraqê. Herwiha ji aliyê aborî ve jî girîngiyeke wê ya mezin ji bo wî welatî heye."

 
Fly Erbil Advertisment