Rêbaz Hemlan: Mesrûr Barzanî karî hemî nerîn û hevrikên cuda li yek kom bike

Rêbaz Hemlan
Rêbaz Hemlan

Navenda Nûçeyan (K24) - Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo Karûbarên Aborî ragihand: “Piştî hevrikî û kampanyaya hilbijartinan, Mesrûr Barzanî karî tevaya nêrîn û hevrikên cuda di gera şeşê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS) de kom bike.”

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo Karûbarên Aborî Rêbaz Hemlan îro (Pêncşem, 20ê Mijdara 2025ê) li ser rûpela xwe ya Facebookê mijarek bi sernavê “Li Korbenda MEPSê çi qewimî” belav kiriye.

Rêbaz Hemlan di wê nivîsarê de gotiye: “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kekê Mesrûr Barzanî li Dihoka xweşik û aram, piştî hevrikî û kampanyaya hilbijartinan, karî hemî nêrîn û hevrikên cuda di gera şeşê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS) de kom bike.”

Navbirî behsa roja yekê ya wê korbendê kiriye û gotiye: “MEPS bûye westgeha kombûna mezintirîn fraksiyonên serketî û serkirdeyên siyasî yên Iraqê yên bibandor, ku ev cara yekê ye bi vî rengî hemî bi hev re li Herêma Kurdistanê amade bûbin, hemî aliyên cuda bi Şîe û Sune û mezintirîn du desthilatdariyên Iraqê, Serokwezîr û Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê amade bûbûn, pareka zêde ya wezîr û pilebilindan û cîgirên Serokê Parlementoya Iraqê, Dihok û Herêma Kurdistanê bûn destpêka avakirina desthlatdariyê û serdemeka nû ji bo paşeroja Iraq û Herêma Kurdistanê piştî hilbijartinên 11.11.2025.”

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje jî daye: “Li MEPSê, Ereb (Şîe û Sune), Kurd, Tirk û Faris, Xiristiyan, Êzdî, Misilman, Keldanî, Asûrî û Tirkmen, hemî ji bo sirûda neteweyî (Ey Reqîb) rabûn ser piyan.

Rêbaz Hemlan herwesa gotiye: "Ji wan re hat gotin ku zilm û zordarî ji bo tu rejîm û pergalekê bi ser neketiye. Bicîhanîna destûrê, hevparî, hevsengî û hevdengî dibin bingeha pêkvejiyanê bi dadperwerî."

Her di çarçoveya Korbenda MEPSê de, Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serkirdeyên payebilind ên Iraq û Rojhilata Navîn re civînên girîng kirin.

Rêbaz Hemlan behsa mijar û çalakiyên roja duyê ya wê korbendê kiriye û nivîsiye: “MEPS bûye rûgeha komkirina serkirdeyên parçeyên din ên Kurdistanê. Tiştê ku xelkî xewn pê ve didîtin ku wan kesatiyên siyasî yên Kurd kom bike, li MEPSê hat kirin.” Bi sernavekê beserekî jî nivîsiye: “Barzanî û Kobanî û Baydemîr, sê sûtnên Kurdîniyê, li yek cih kom bûn.”

Navbirî herwesa gotiye: “Tekez hat kirin ku, Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê israr dikin ku divê pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê li ser pêngavên xwe, ji bo aramî û jiyarxweşiya gelên Tirkiyeyê û xasma jî gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê, berdewam be.”

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa nivîsiye: “Birêz Mesrûr Barzanî li MEPSê bi HSD û ENKSê re bi hev re civiya û kêfxweş bû ku li MEPSê nêrîn û xalên wan ên hevpar nîqaş kirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriyê dide pêngav, lihevkirin û hevfêmkirinên di navbera hikûmeta Şamê û Kurdên Rojavayê de, da ku bigihîjin lihevkirinê ji bo tenahî û pêkvejiyana gelên Sûriyeyê û misogerkirina mafên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi rengekê aştiyane.”

Rêbaz Hemlan herwesa gotiye: “Herdu serkirdeyan General Mezlûm Ebdî û Osman Baydemîr di gotarên xwe de ev rastî piştrast kirin û ji bo vê korbenda girîng, ku hemî aliyên neyek û hemî qutbên li Rojhilata Navîn kom kirin, spasî kir.

 
Fly Erbil Advertisment