SOHR: Li Reqayê şer û pevçûn di navbera HSD û artêşa Sûriyeyê de derket
Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, di encama şer û pevçûnên dijwar ên nîvê şevê de li gundewarê Reqayê, 6 leşkerên hikûmeta Şamê hatine kuştin û hejmarek din jî birîndar bûne.
Li gorî çavkaniyên Rewangeha Sûrî, şer li eniya gundê Xanim Elî derketiye û di dema pevçûnan de, dronên ku ji çolistana herêmê hatine şandin, xalên HSDê kirine armanc.
Di heman çarçoveyê de, HSDê di daxuyaniyekê de hikûmeta Şamê tawanbar kir ku hin komên girêdayî wê, bi çeteyên DAIŞê re hevkariyê dikin.
HSDê da zanîn ku delîlên wan ên belgekirî "bi deng û dîmen" hene ku bi riya droneyan hatine tomarkirin, ku tê de "çeteyên DAIŞê di dema pêkanîna van êrîşan de ji çeperên hikûmetê xuya dikin."
Ev pevçûn piştî wê yekê derketine ku HSDê kontrola sê xalên stratejîk ên li herêmê ji nû ve bidest xistibû. Herwiha HSDê ragihand ku wan droneke girêdayî hêzên hikûmetê jî xistiye xwarê piştî ku êrîşî xaleke wan a ewlehiyê kiribû.
Li aliyê din, Rêveberiya Medya û Peywendiyan a Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê ji ajansa SANA re ragihand: "Piştî nîvê şevê, HSDê êrîşî xalên Artêşa Erebî ya Sûrî li herêma Me'dan a gundewarê Reqayê kir û piştî êrîşeke dijwar, kontrola çend nuqteyan girt. Di encamê de, du leşkerên artêşê şehîd bûn û hinên din jî birîndar bûn."
Wezaretê herwiha da zanîn: "Hêzên me bersiv dan çavkaniyên agir û êrîşeke berevajî ya rasterast pêk anîn ku di encamê de kontrola nuqteyan ji nû ve bi dest xistin û hêzên êrîşkar hatin derxistin."
Li aliyê din, Rêveberiya Medya û Peywendiyan a Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê ji ajansa SANA re ragihand: "Piştî nîvê şevê, HSDê êrîşî xalên Artêşa Sûriyeyê li herêma Me'dan a gundewarê Reqayê kir û piştî êrîşeke dijwar, kontrola çend nuqteyan girt. Di encamê de, du leşkerên artêşê hatin kuştin û hinên din jî birîndar bûn."
