Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê pesnê MEPSê da
Diyarbekir (K24) - Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê pesnê Korbenda Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS) da û tekez kir ku, ew wêneyê di MEPSê de derketî holê serkeftineka dîrokî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê ye.
Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê di derheqa Korbenda Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS) de amaje da ku, careke din giringiya hebûna Herêma Kurdistanê hat dîtin ku Herêma Kurdistanê zemîneka rewa û bibandor e ku dengê kurdan digihîne qada navneteweyî.
Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê herwesa got ku, axaftina General Mezlûm Ebdî ya di MEPSê de hêvî û moralê Kurdan bilind kir.
Siyasetmedarên navbirî tekez jî kir ku, ew wêneyê di MEPSê de derketî holê serkeftineka dîrokî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê ye.
Gera 6ê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS) pêr (Sêşem, 18ê Mijdara 2025ê) li bajarê Dihokê hat destpêkirin û duhî (Çarşem, 19ê Mijdara 2025ê) bidawî hat, ku wekî platformeka girîng ji bo nîqaşkirina paşeroja deverê kar dike.
Korbenda MEPSê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî hat lidarxistin û hejmareka mezin ji serkirdeyên payebilind ên herêmî û navneteweyî tê de amade bûn.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ligel bi sedan serkirdeyên siyasî, dîplomat û kesatiyên akademî îsal tevlî vê korbendê bûn.
Armanca sereke ya Korbenda MEPSê ya îsal nîqaşkirina hevrikî û qebxwaziyên niha yên Rojhilata Navîn bû, tevî vedîtina çareseriyên demdirêj û bidestxistina aştiyeka herdemî li deverê.
