Komîsyon: Zêdetirî 800 giliyan li dijî encamên hilbijartinan hatine tomarkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku dema qanûnî ji bo tomarkirina giliyan li ser encamên hilbijartinan bidawî hat. Eşkere jî kir ku di demê diyarkirî de zêdetirî 800 giliyan li dijî encamên gera şeşê ya hilbijartinên Parlementoya Iraqê hatine tomarkirin.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê îro (Pêncşem, 20ê Mijdara 2025ê) di ragihandinekê de amaje da ku, hejmara giliyên ku li dijî encamên gera şeşê ya Parlementoya Iraqê hatine tomarkirin gihîştiye zêdetirî 800 giliyan.
Komîsyona Hilbijartinan herwesa ragihand: "Îro heta saeta dawiyê ya dewama fermî, gilî ji me re hatine şandin.”
Li gorî wê ragihandina Komîsyonê, encamên dawiyê yên hilbijartinan dê di destpêka meha bê de piştî yekalîkirina giliyên bên ragihandin.
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Cumane Xelayî îro (Pêncşem, 20ê Mijdara 2025ê) ji Malpera Kurdistan24ê re ragihand: “Divê Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan piştî bidawîbûna dema giliyan rapora xwe di nav heft rojan de amade bike. Di dû re divê Desteya Dadwerên Hilbijartinan encamên dawiyê bi kêmtir ji 10 rojan bipejirîne û ragihîne.”
Dengdana taybet ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Parlementoya Iraqê li roja Yekşemê (9ê Mijdara 2025ê) û dengdana giştî jî li roja Sêşemê (11ê Mijdara 2025ê) yanî du rojan şûnda li hemî parêzgehên Iraqê û Herêma Kurdistanê hatin kirin.
Li gorî amarên Komîsyonê, rêjeya tevlîbûna di dengdana taybet de 82.42% bû û di dengdana giştî de jî 54.35% bû.
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê li roja 17ê Mijdara 2025ê encamên berahiyê yên hilbijartinên Parlementoa Iraqê ragihandin.
