Dem Partî: Peyamên girîng bo Tirkiyeyê di Korbenda MEPSê de hebûn

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) bi baldarî behsa Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS) kir, herwesa bang li rayedarên Tirkiyeyê jî kir ku peyamên wê korbendê bi rengekê cidî werbigirin.

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) Ayşegul Dogan îro (Pêncşem, 20ê Mijdara 2025ê) ragihand ku, li Dihokê korbendeka pir girîng hat lidarxistin, û ji aliyê texên cuda ve bi baldarî û ji nêz ve hat çavdêrîkirin, peyamên pir girîng dan û bi taybetî yên ku girêdayî Tirkiyeyê bûn. Ev mijar di civîna Desteya Birêvebir a Navenda Dem Partiyê de hat behskirin.

Ayşegul Dogan herwesa got: “Tevlîbûna Serok Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û herwesa Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed pir girîng bû, gelek peyamên girîng ji bo Tirkiyeyê hebûn. Em hêvî dikin ku Tirkiye bi baldarî nêzî wan peyaman bibe, bi taybetî jî peyamên dostên Rojavayê.”

Gera 6ê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS) pêr (Sêşem, 18ê Mijdara 2025ê) li bajarê Dihokê hat destpêkirin û duhî (Çarşem, 19ê Mijdara 2025ê) bidawî hat, ku wekî platformeka girîng ji bo nîqaşkirina paşeroja deverê kar dike.

Korbenda MEPSê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî hat lidarxistin û hejmareka mezin ji serkirdeyên payebilind ên herêmî û navneteweyî tê de amade bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ligel bi sedan serkirdeyên siyasî, dîplomat û kesatiyên akademî îsal tevlî vê korbendê bûn.

Armanca sereke ya Korbenda MEPSê ya îsal nîqaşkirina hevrikî û qebxwaziyên niha yên Rojhilata Navîn bû, tevî vedîtina çareseriyên demdirêj û bidestxistina aştiyeka herdemî li deverê.

 
Fly Erbil Advertisment