Îsraîl: 2 fermandarên payebilind ên Hemasê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îsraîlê ragihand, wan di êrîşên li ser deverên cuda yên Kerta Xezzeyê de, du fermandarên payebilind ên tevgera Hemasê kuştine. 

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, fermandarên ku hatine kuştin ev in: Ebdullah Ebû Şemale, serokê sîstema deryayî ya Hemasê û Fadî Ebû Mistefa, berpirsê tunelan ê Lîwaya Xan Yûnisê.

Artêşa Îsraîlê da zanîn, Ebû Şemale bi salan serkirdetiya sîstema deryayî ya Hemasê kiriye û di plansaziya êrîşa deryayî ya 7ê Cotmehê de roleke wî ya sereke hebûye. 

Derbarê Ebû Mistefa de jî hat gotin, ew berpirsê tunelan li Xan Yûnisê bûye û beşdarî desteserkirina dîlên Îsraîlî bûye.

Li aliyê din, çavkaniyên bijîşkî yên Filistînî ragihandin, di êrîşên nû yên Îsraîlê de 5 Filistînî hatine kuştin, bi vê re hejmara kuştiyan di 24 saetên borî de gihişt 34 kesan. 

Herwiha hat diyarkirin ku di bombebaranan de herî kêm 77 Filistînî birîndar bûne û rewşa hinek ji wan giran e. Êrîş bi taybetî li ser bajarên Xezze û Xan Yûnisê bûne.

Ev daxuyaniya artêşê di demekê de tê, berpirsên Îsraîlî ji Saziya Weşanê ya Îsraîlê re piştrast kirine ku operasyonên lêgerîna li dîlên winda li taxa Zeytûnê ya başûrê rojhilatê Xezzeyê ji nû ve dest pê kirine.

 
Fly Erbil Advertisment