PDK rê li ber dizîna kursiyên pêkhateyan digire

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî derketina hewlên hin aliyên siyasî yên Iraqê ji bo destêwerdana di encamên kursiyên kota yên Kiristiyan û Tirkmenan de, serkirdayetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê bi tundî bertek nîşan da û hişyarî da ku her cor lîstikeke bi dengê pêkhateyan, dê encamên xirab bi xwe re bîne.

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, di yekem karvedana bihêz de li hemberî vê plana ku li Bexdayê birêve diçe, peyameke zelal da aliyên Iraqî û tekez kir ku "bi ti awayî nayê qebûlkirin ku lîstik bi encamên deng û kursiyên pêkhateyan were kirin."

Di heman demê de, Polîtbûroya PDKê jî di daxuyaniyekê de heman helwest piştrast kir û red kir ku rê bê dayîn senaryoya binpêkirina mafên kemîneyan dubare bibe.

Ev rageşî piştî hilbijartinên xula şeşem a Parlamentoya Iraqê derket holê. Di van hilbijartinan de, tevî zextan, dengderên Kiristiyan karîbûn nûnerên xwe yên rastîn û serbixwe hilbijêrin. Bi vê yekê, wan derbeke giran li wan alî û komên çekdar dan ku bi salan bû di bin navê komên girêdayî (Reyan Kildanî) de, kursiyên kotayê ji bo armancên xwe yên siyasî û şexsî monopol kiribûn.

Li gorî encamên destpêkê, Kiristiyanan sê parlamenterên serbixwe derxistine: Samî Oşana li Dihokê, Kaldo Remzî li Hewlêrê û Îmad Yoxena li Kerkûkê. Çavdêr vê yekê weke destpêka guherîneke kûr di hişmendiya dengderên Kiristiyan de û redkirina ferzkirina nûneratiyê bi riya hêza çekdarî dinirxînin.

Sedema nîgeraniyên tund ên Herêma Kurdistanê û PDKê, vedigere ezmûneke xirab a Bexdayê di dijayetiya mafên pêkhateyan de, bi taybetî piştî ku Dadgeha Federal bi biryareke biguman, hejmara kursiyên pêkhateyan li Parlamentoya Kurdistanê ji 11 kursiyan, daxistibû 5 kursiyan.

Niha hewleke nû heye ku careke din bi riya destêwerdana di encaman de, îradeya pêkhateyan were dizîn. Lê serkirdayetiya Kurd tekez dike ku ew ê hemû hewlên neyasayî yên ku armanca wan anîna kesên girêdayî ajandayên derve bo parlamentoyê ye, têk bibin.