Li gundekî Kirmanşanê merasîma "Cejna Hinaran" hat lidarxsitin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundê Satyarî yê ser bi parêzgeha Kirmanşanê yê Rojhilatê Kurdistanê ve, sêyemîn "Cejna Hinaran" bi tevlîbûna bi hezaran welatî û geştyaran bi coşeke mezin birêve çû.

Merasîm li gundê Satyarî yê parêzgeha Kirmaşanê, ku bi baxçeyên xwe yên hinaran navdar e, hat lidarxistin. Di festîvalê de bi hezaran geştyarên ji Rojhilat û Başûrê Kurdistanê û her wiha ji gelek navçeyên din ên Îranê amade bûn.

Festîval bi dîmenên rengîn ên çanda Kurdewarî hat xemilandin. Ciwanên keç û xort bi cilûbergên resen ên Kurdî û bi lêdana defê, meşiyan û govend gerandin.

Geştyareke beşdar derbarê festîvalê de hestên xwe anîn ziman û got: "Ez aşiqê çandên cuda yên Îranê me û vê carê min çanda Kurdewarî hilbijart. Bi dîtina min cilûbergên Kurdî, tekûztirîn û xweşiktirîn cilûbergên cîhanê ne ku ji bilî bedewiyê, çanda gelê Kurd jî nîşan didin."

Xelkê gundê Satyarî, ku yek ji navendên sereke yên vê çalakiyê ne, bi germî pêşwaziya mêvanan kirin. Nasir Mihemedî, çalakvanê sivîl û jîngehê yê herêmê, diyar kir, ev festîval dibin sedema nasandina herêmê.

Mihemedî got: "Ev çalakî dibin sedem ku bedewî û dabûnerîtên Kurdewarî bi rêya kamerayên geştyaran bigihêjin hemû cîhanê."

Herwiha Perwîz Ezîzî ku yek ji birêvebirên festîvalê ye destnîşan kir, armanca wan ew e ku bi rêya cilûberg, mûzîk, folklor û zimanê xwe, çanda dewlemend a Hewramanê nîşanî xelkê bidin.

Li gorî zanyariyan, ev 11 sal in ku li gundê Satyarî çalakiyên têkildarî hinaran tên kirin. Ev cejn jî ne tenê şahiyek e, di heman demê de cûreyek ayîna spasdariyê ye.

Piştî bidawîhatina werza berhevkirina hinaran, xelkê herêmê bi xwendina goranî û sirûdên ayînî û lêdana defê, spasiya Xwedê dikin ji bo dayîna berhemên îsal û ji bo sala bê jî duaya baranê dikin.

Hinarên herêma Hewramanê û Paweyê ji ber tama xwe ya taybet, li ser asta Kurdistanê û Îranê xwedî navûdengekî mezin e.

 
 
Fly Erbil Advertisment