Festîvala Fîlman a Enqereyê bi beşdariya 2 kurtefîlmên kurdî birêve diçe

Enqere (K24) – Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê 36êmîn Festîvala Fîlman a Enqereyê birêve diçe ku heta 21ê Mijdarê dê bidome. Du kurtefîlmên Kurdî jî di festîvalê de cîh girtine ku yek ji wan bi rêya albûmeke malbatî behsa êş û bûyerên salên 90î yên bajarên Kurdan dike. Kurtefîlmê din jî rewşa derûnî ya Kurdekî ku ji kar hatiye dûrxistin rewşa navbera mayîn û çûnê de radixe pêş çavan.

Kurdek dikare çiqasî ji rastiya xwe dûrkeve? Wêneyek ku di salên 90î li gundekî bajarên Kurdan hatibe kişandin û di albûma malbatî de cîh girtibe gelo tenê wêneyêk e an şahî, êş û xemgîniya serdemekê vedihewîne nava? Kurtefîlma bi navê ‘Rengê Kevir’ bi vegotineke ku tiştê şexsî û civakî li hev dicivin, ji albûmeke malbatî dest pê dike û dide pey şopa wê yekê ku bîra kolektîf a ku gundên Kurdan ên di salên 1990’î de hatine şewitandin gur kirine, çawa ji nifş bo nifş hatiye veguhestin.

36emîn Festîvala Fîlmên Enqereyê bi eleqeyeke birêve birêve diçe. Derhêner Tugba Yaşar ku ji gundê Stewra navçeya Mêrdînê ye jî bi kurtefîlma xwe di festîvalê de cîh girtiye ku behsa çîrok û naveroka fîlmê xwe dike. 

Derhênera Kurtefîlma ‘Rengê Kevir’ Tugba Yaşar ji K24ê re got: “Zaroktiya dayika min li Mêrdînê derbas dibe piştre tê Izmîrê. Hin çîrokên salên 90î de ji min re digotin. Êrîşên ser malan yên nîvê şêvan, şewitandina gundan, gelek teqîn…Lê ya bandor ser min kir çîroka şewitandina gundan bû. Dema xwarin çêdikir, ji nişkave digot: "Erê, li wir jî ev rû dabû" û derbas dibû weke tiştekî asayî. Li herêmên me, dema dar, axûr, ajal û her tiştî dişewitînin, çand û bîra me jî dikin armanc. Lê ew xaniyên kevirî yên kavil dimînin; tarîtî û deqên dîrokê li xwe digrin. Ez jî fikirîm gelo ew deq dikarin çawa bîra gelekî zindî bihêlin?”

Hevraz jî kurtefîlmekî din e ku bi avahiya xwe ya resen û dîtbarî ya balkêş balê dikişîne ser xwe û mirovan dibe gundekî Wanê û rewşa derûnî ya karakterê ku ji kar hatiye dûrxistin radixe pêş çavan. Kurtefîlmê ku yekêm car di vê festîvalê de tê nişandan mayîna çîroka kesekî di navbera li cem bavê xwe û çûna bo welatekî de nîşan dide ku derhênerê wê ciwanê Kurd Cemal Îşnas e.

Derhênerê Kurtefîlma ‘Hevraz’ Cemal Îşnas got: “Çûyîn ji bo her Kurdekî ji bo Kurdekî ku hatiye îxraçkirin ne tene çûyîneke, tene malbat dimîne, bab dimîne û her tiştek dimîne. Karakterê me bi navê Kemal û divê biçe derveyî welat û tê gundê xwe û dibine ku bavê wî miriyekî dişot. Ew mirî jî-fîlmê ku me lê kêşand jî li gundekî aliyê sînorê ye. Wekî berf dihelêt û cesetê penaberan ji wir derdikeve wê dibînit û birastî çûyîna xwe û mayîna xwe dibîne.”

Di çarçoveya festîvalê de di beşa kurtefîlman de piştî nîşandanan derhêner derketin ser dike û pirsên temaşekaran û tiştên li ser fîlm tên meraqkirin bersivandin. 

 
Fly Erbil Advertisment