Li Şamê bihayê elektrîkê 6 qatan hat zêdekirin, welatî bi gazin in

Şam (K24) – Li paytexta Sûriyeyê Şamê, bihayê elektrîkê careke din bi awayekî berbiçav hat zêdekirin. Ev biryar bû sedema nerazîbûna tund a xelkê û barê aborî yê li ser milê welatiyan, ku jixwe di bin krîzê de ne, girantir kir.

Li gorî zanyariyan, zêdebûna nirxê elektrîkê ji bo beşeke mezin a aboneyan gihîştiye heta şeş qatan. Di demekê de ku rewşa aborî ya Sûriyeyê xirab e, ev pêngav bandoreke neyînî ya rasterast li ser jiyana rojane ya xelkê dike.

Welatiyê bi navê Mihemmed Yûsif ji Peyamnêrê K24ê li Şamê re axivî û nerazîbûna xwe anî ziman. Yûsif got: "Zêdekirina bihayê elektrîkê bi awayekî şaş hatiye kirin. Rewşa Sûriyeyê jixwe xirab e. Divê hikûmet li şûna ku bihayê elektrîkê giran bike, mûçeyan zêde bike. Erka hikûmetê ew e ku hawara welatiyan bibîze û rewşa karmendan baş bike."

Li hember nerazîbûnan, Rêveberê Elektrîkê yê Şamê Xalid Ebûdî ji K24ê re ragihand, ev biryar beşek ji plana "rêkûpêkkirina kerta enerjiyê" ye.

Ebûdî diyar kir, armanca vê planê kêmkirina ziyanan û dabînkirina berdewamiya xizmetguzariya enerjiyê ye. Her wiha destnîşan kir ku nirxên nû nêzîkî wan mesrefan bûne ku hikûmet ji bo berhemanîna elektrîkê xerc dike.

Welatiyên Şamê daxwaz ji hikûmetê dikin ku yan ji biryara bihabûnê vegere, yan jî ji bo baştirkirina debara jiyanê û zêdekirina mûçeyan pêngavekê biavêje.

 
Fly Erbil Advertisment