Bi amadebûna Mesrûr Barzanî, ahenga derçûna xwendekarên Zanîngeha Selahedînê birêve diçe
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Zanîngeha Selahedînê ragihand, sibe bi beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûna xwendekarên zanîngehê tê lidarxistin.
Rêveberê Ragihandina Zanîngeha Selahedînê Saman Ebdullah îro 22ê Mijdarê di daxuyaniyekê de ragihand, 44emîn ahenga derçûna xwendekaran sibe Yekşemê demjimêr 16:00an li Yarîgeha Şehîd Franso Herîrî ya Hewlêrê birêve diçe.
Saman Ebdullah da zanîn, di vê ahengê de bi giştî nêzîkî 7 hezar xwendekar bawernameyên xwe werdigirin. Hûrgiliyên hejmaran wiha ne:
- 1950 xwendekarên Xwendina Bilind (Master û Doktor).
- 5032 xwendekarên qonaxa Bekaloryosê.
Zanîngeha Selahedînê yek ji mezintirîn û kevnartirîn zanîngehên Herêma Kurdistanê ye ku niha ji 17 kolêj û 90 beşên akademîk pêk tê.
