Mesrûr Barzanî û Nûrî Malikî pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî, îro li Hewlêrê civiyan.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa giştî ya Iraqê ya piştî proseya hilbijartinên parlamentoyê û qonaxa niha ya siyasî hat nirxandin.
Mijareke din a sereke ya hevdîtinê, hewl û danûstandinên aliyên siyasî yên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal a Iraqê bû.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her du alî li ser giringiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hevnêrîn bûn.
Mesrûr Barzanî û Nûrî Malikî tekez kirin ku divê pirsgirêkên heyî li ser bingeha destûrê û rêkeftinên heyî bên çareserkirin.
Malikî wekî kandîdê fermî hat nîşandan
Serdana Malikî ya bo Hewlêrê hevdem e bi geşedaneke girîng a siyasî. Her îro, Encûmena Şûrayê ya Partiya Dawe ya Îslamî bi yekdengî biryar da ku Sekreterê Giştî yê partiyê Nûrî Malikî, wekî kandîdê fermî ji bo posta Serokwezîriya Iraqê destnîşan bike.
Çarçoveya Hevahengiyê (Şîe) roja 17ê Mijdarê ragihandibû, bi bidestxistina 150 kursiyan, wan "mezintirîn fraksiyona parlamentoyê" pêk aniye.
Ji bo lezkirina proseya avakirina hikûmetê, Çarçoveya Hevahengiyê komîteyeke danûstandinê bi endametiya Nûrî Malikî, Hadî Amirî û Falih Feyaz ava kiriye.
